Kultur

Mete Tunçay: M. Kemal ti caran ûnîformaya xwe ya leşkerî dernexist

Mete Tunçay: Mustefa Kemal ti caran ûnîformaya xwe ya leşkerî dernexist û her wek generalekî welat birêve bir.

Mete Tuncay, dîroknûserkî girîng yê Tirkiyê, îro di çavpêketineke xwe ya bi rojnamevan Neşe Dûzel ya Tarafê de analîzên balkêş yên di derbarê tevgera M. Kemalî de kirin.

 

Tuncay got, „Mustefa Kemal berê dixwest bibe Wezîrê Şerî, lê jiber ku Sadrazamî  Îzzet Paşa ev daxweza wî bi cîh nehanî, wî jî rêyeke din ji xwe re dît û dest bi tevgera netewî ya Anatolyayê kir. Eger Sdarazam ev daxweza wî bi cîh anîba û ew kiriba wezîrê şerî, niha tevgera netewî jî çênebûbû û kemalîzm jî ava nedibû.”

Di derbarê dîktatoriya Mustefa Kemalî de jî Mete Tuncay tiştên pir balkêş dihîne ser ziman û wisa dibêje: „Wekî hûn dizanin xîtabeke wî ya li dij Komûnîstan heye. M. Kemal ev xîtab di trêna Eskîşerê de dixwîne û hemî dadwerên bilind yên dewletê jî di sekana leşkerî de wî guhdar dikin. Bi rastî eger lêkolîneke baş û bê teref di derbarê dema M. Kemalî de bihête kirin, wê bihête dîtin ku rewşa wê demê pir trajîk e. Bê gengeşî û bê şik tam dewreke despotîzma herî hişk e…”

Mete_Tuncay_326180518.jpg

Mete Tuncay wisa berdewam dike: „M. Kemal jibo ku di tevgera xwe de serkeftî bibe dînê Îslamê jî bi rengekî vekirî îstîsmar kir. Behsa dewleteke şerîetê ya Îslamî dikir. Kanûnên berê yên Osmaniyan bi hemen şêweyî çespand. Bo nimûne kanûnek derxist û vexwerina şeravê qedexe kir. Paşê jî ew bi xwe vê kanûna xwe îhlal kir û şerav vedixwer.”

M. Kemal di tekoşîna Anatoliyê de daîm bi teredût bû

Mete Tuncay li ser pirsiyara di derbarê helwesta ya li gel tekoşîna li Anatoliyê jî analîzên wisa dike ku hemî tezên kemalîzmê ser û bin dike. Wisa dibêje:

„Eleqeya Mustefa Kemalî ya bi Anatoliyê ve tune ye û eslen tiştekî wisa jî di bîra wî de nîne. Ew dixweze bi têkeliyên Îttîat û Teraqî xwe têxe nav wezîrên hikûmeta Osmanî, lê bi ser nakeve. Berê wî çendîn caran serbazên payebilind yên artêşa Osmanî diçin Anatolî û dixwezin jibo destpêkirina tevgereke netewî derfetan lêkolîn bikin, lê Mustefa Kemal bi wan re naçe. Heta Kazim Karabekîr di bîranînên xwe de behsa derengketina Mustefa Kemalî ya hatina wî ya Anatolyayê dike.”

Di derbarê hiqûqê de jî Mete Tuncay analîzên rast û girîng dike û wsia dibêje: „Di dema Mustefa Kemalî de çi caran hiqûq serbixwe nebûye û her dem û bi her aweyî di bin emrê Mustefa Kemal û hikûmeta wî de bûye.”

Leşker daîm di nav siyasetê de bûn

Mete Tuncay di derbarê têkeliya siyaset û leşkeriyê de jî derewên bi 80 salan hatine ajotin serûbin dike û derdixîne meydanê:

„Kanê her dem dibêjin ya Mustefa Kemal gotiye divê leşker têkel bi siyasetê ve nekin. Naxêr ew ne rast e, Mustefa Kemal bi xwe jî ti caran ûnîformaya xwe ya leşkeriyê dernexist û wek leşker daîm di ser serê siyasetê de bû. Mustefa Kemal li dij nebû ku general siyasetê bikin, ew li dij bû ku bila artêş û generalên Tirkiyê li dij wî siyasetê nekin. Mêze ke ew bi xwe general e, Înonû wisa, hemî rayedarên dewleta Tirk yên sereke genereal bûn û her wisa jî man. Bo nimûne çûna wî ya bajarê Kastamonûyê ku li wir qaşo şorişa cil û bergan dike. Gava diçe vî bajarî, bi ûnîformaya xwe diçe, di destê wî de qamçî û li gel wî jî kûçikê wî heye. Bo demekê ûnîformaya xwe derdixîne û bi cil û  bergên siwîl resmên xwe dide kişandin û paşê dîsa bi ûnîformaya xwe ve berdewam axiftina xwe dike. Ev yek bi me dide diyarkirin ku Komara Tirkiyê çi caran nebûye siwîl, ev siwîlî bes resmekî derveyî, yanê vîtrînî hatiye bikar anîn. Lê mantelîteya birêvebirina dewleta Tirk her dem bi ûslûba leşkerî û artêşê ve hatiye çespandin.”

Li ser pirsiyara neşe Dûzelê ku „di dîroka Tirkiyê de rewşa herdu saziyên girîng yên Artêş û dadwerî çawa bû?” Mete Tuncay wisa bersiv dide: „Wê çaxê jî dadwerî ne girîng dihate dîtin û daîm bin kontrol û bandora desalatyiê de bû. Dewleta Tirk ji aliyê leşkeran hate avakirin û heta niha jî bi mantelîteya leşkeriyê ve jî berdewam kiriye. „

 

 

(KNN/Hawar Elî)

Çavkanî: Taraf/Neşe Dûzel

Back to top button