Rojnamevaneka Kurd xelata Unesco ya Swêdê wergirt
Li gor zanyariyên radyoya Swêdê rojnamevana Kurd Khazar Fatemi xelata Unescoya Swêdê ya sala 2020ê wergirt.
Unescoyê ji ber kar û xebata Khazar Fatemi ya rojnamevaniya bi ciddî û bêrawestan ya li ser kulturên li ber metirsiyê de xelatê daye.
Unescoyê di daxuyaniya xwe de dibêje ku Khazar bi rêya zincîre fîlmên dokumentên ”Kultur i farozonen” [Kultur di herêmên metirsîdar de] ya ku ji bo Televizyona Swêdê SVTê amade kiribûn û bi semînerên piştî wan filmên dokumentî ji bo biçûk û mezinan bûye pêşengeka girîng ya parastina kulturên tehdîdkirî de karekê baş kiriye.
Khazar Fatemi di sala 1987ê li gel malbata xwe ya ji Îranê çûbûn Efxanistanê û sala 1989ê hatin Swêdê. Ew di sala 2012ê wek rojnamevan çû Efxanistanê û filmekê dokumenterî li ser rewşa civaka wî welatî ya piştî reşî ji bo SVT amade kir.