Polîtîk

Rojhilatê Kurdistanê greva giştî

Rêxistinên girêdayî mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê di daxûyaniyek hevbeş de daxwaz ji xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku, ji bo şermezarkirina rejima Îranê ya ku 4 ciwanên Kurd idam kirine dest grevê bikin.

Li gora agahiyên xwecihî îro danê sibehê xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi daxistina dikan û sûkan dest bi girevê û şermezarkirina bidarvekirina çalakên siyasî û sivîl ên Kurd ji aliyê Hikûmeta Îranê ve kir.

Rêkxistina Hengawê ya Mafên Mirovan belav kiriye, hêzên ewlehiyê yên Îranê termên wan her çar ciwanên Kurd ên ku bidarve kirine nedane malbatên wan, lê ji malbatên wan re ragehandiye ku ew bi xwe dê wan bi rengekê nihênî li cihekê nediyar vebişêrin. Hikûmeta Îranê ji wê yekê ditirse ku termên wan bide kesûkarên wan û di dema veşartina wan de merasîmên rêzgirtinê bên kirin û paşî xwenîşandan bên kirin.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bo rêzgirtin li canê her çar ciwanên bidarvekirî û piştevanî û dilxweşkirina malbatên wan bi tacegulan serdana malbatên wan kiriye û tevlî rewrismên taziya wan bûne.

Back to top button