Cîhan

Rojên Bişar Esad hêjmartîne.

Wezîra derve ya Amerîka  Hillary Clinton di daxuyaniyek ya xwe de got: Rojên Bişar Esad wek serokê Sûrî hêjmartîne.

Wezîra Derve ya Amerîkayê Clinton di televizyonên Amerîkî de di derbarê Sûrî de hinek daxuyanî dan. Clinton da xuyakirin ku, Wê Esad herê vêca çûyina wî pirsek demiye. Herweha Clinton got: Em hêvî dikin ku li Sûrî şerek navxwe dernekeve.Ji bo vê dive hinek guhertinên pêwist bêne kirin.

Clinton da xuyakirin ku Tirkiye û Yekitiya Welatên Erebî zehftir bandore li rewşa Sûrî dikin.Clinton di  vê derbarê de got: Tiştên ku Yekitiya Welatên Erebî dike û tiştên ku Tirkiye dibêje ji me gelektir bandore xwe li rewşa Sûrî dike. Ez bawerim ku ew ji me nêziktirin û behtir xwedî bandorin.

Di derbarê muxalefeta Sûrî de Clinton got: Em pişgiriya xwepêşandanên dijê rejimê yên aşitiyane dikin. Em naxwazin muxalefet jî bi tu awayî şîdetê kar bîne.

Clinton da xuyakirin ku rewşa Sûrî ji ya Libyayê cudaye. Tu niyetek tuneye ku di pêşkêşiya Natoyê de wek li Libya hatî kirin midaxeleyek leşkerî li dijê Sûrî bikin. Ev pêvajoya heyî, pêvajoya zorê li Surî bikin bi rêya Yekitiya Ereba û Tirkiye bê rêvebirin.

Rojevakurd

Back to top button