Nivîsar

Rojbaş Kurdistan!

Li Bakûr ê Kurdistanê Çil sal berê, derdora deh rêxistin û partiyên siyasî hebûn. Her yek ji wan xwedî bandoreke bûn. Hêzên bi nav û deng bûn. Demek şûnda bi tesîra ba û bahozên îdeolojîk şûr li hev tûj kirin.

Mij û dûman asoyek rêş derxist holê. Tofana 12 Îlonê derî li ber xirabî û hilweşandinê vekir. Nexweşîya “ez û ez, dîsa jî ez” bi xwe re berjewendiyên kesayetî derxist pêş. Derfet û tecrûbeyên demê ber bi lehîyan ket.Hewldanên avakirin û çêkirinê cîhê xwe ji xirabî û hilweşandinê re hiştin.

Çil sale ev sermayê sê salan naqede, weke çîrokên şewbêrkan xwe dubare dike. Me ewha kir, min ewha kir… Çil sale paleyên xirabîyê kevir/tûxla ji dîwarê bin xwe dikişînin.Carnan ez ji xwe dipirsim gelo ev bermayîyên wan tevgeran salê kevirekî an tûxlekî ji bo avakirinê, ji bo çêkirinê danîna ser hev, wê rewşa me îro çewa bûya? Her mirovekî an kadroyek salê kesekî bi rêxistin bikira wê di kolan û qadan de dengê berêya avakir û çêkirine gelo wê çewa bûya?Çil sale em dixwazin “rastîyên xwe” bi hev bidin qebûlkirin. Çil sale em hevdû mehkeme dikin.

Çil sale em bertekan li hemberî hev avadikin. Çil sale em nikarin bi hev re gav bavêjin, barekî hevpar bi hev re rakin. Çil sale li bakûrê Kurdistanê û li dîyaspora li ser zemînek cemed “rastîyên xwe” dinivîsin. Çil sale em li ser rêgeha “egoîzmê” tevdigerin lê encam her diçe malwêranî û nexweşiyên xirab kirinê li hev bar dike.Reçete û projeyên me yên “zêrîn” di her babetê de heye, lê ji bo bakûrê Kurdistanê tenê bêdengî heye.

Gelo sedemên vê yekê çi ye? Çima di kolan û qadan de em tune ne? Gelo emê heta kîngê hewdû tarîf bikin? Ger îro meydan ji gur, çeqel, keftar û rovîyan re mabe, gelo tu gunehê me tuneye? Rojbaş Kurdistan!

Cano Amedî

Ji Facebook

Back to top button