Nivîsar

Rojava vale bibe Kurdistan têkdiçe

Di rastiya xwe de li Kurdistanê Rojava çi dibe gelek nayê gotubêj kirin. Piranî pirsên rojane yên siyasî tên gotubêj kirin û li ser vê yekê jî siyaseta Kurdistana Rojava bê ku bi kûrahî bête nirxandin tê afirandin.

Îro xetera herî mezin li pêşîya Kurdistana Rojava valekirina Kurdistanê ji Kurdane. Rewşa Rojava di vî warî de gelekî zîz e. yanî bi gotinek din ji Rojava û taybetî ji Serêkaniyê bigre heta Dêrikê 500 hezar kurdyan jî zêdetir terka Kurdistanê bikin demografiya Kurdistana Rojava tê guhertin.

Dixweyê ev siyaseta valekirina Kurdistanê berdewam be dê projeya erebkirina Rojavayê Kurdistanê ya bi dehê salane tê plankirin bibe rastiyek.

Tê zanîn ku rejima Suriye, Kurdên Rojava wek xelkê li ser wê axê qebûl nake. Ji bo vê yekê jî siyaseta erebkirina herêma Kurdistanê wek stratejiyekî da pêşîya xwe. Nasnama Suriye ji sedê hezaran kurd wergirtin û ew li ser axa wan li welatê wan kirin penaber. Projeya Kemera Erebî pêkanîn bi dehê hezaran Ereb anîn herêma Kurdistanê û gund û erdên Kurdan ji wan standin dan van ereban.

Pişgiriyek ji vê siyaseta rejima Suriye re ji serokê PKKê Abdullah Ocalan hat. Ocalan dema li Suriye bû, di pirtukek ya xwe de da kifşkirin ku, kurdên li Suriye ji Bakur hatine û ne xelkê ser vê axêne.

Îro jî em dibînin bi planek gelek zîz û veşartî Kurdistana Rojava ji Kurdan hêdî  hêdî tê valekirin. Ev yek di parktîkê de dibe siyaseta PYDê bi xwe ye jî.
Gelo Kurdên niha ji Qamîşlo,  Amûdê, Dirbesiyê ,û heta Dêrikê ji ber çi terka bajarên xwe dikin? Li gora PYD îdia dike ev deverên hanê bi temamî di bin kontrola wan de ne. Dixweyê vekirî xelk ji ber zilma PYDê ji cih û warên xwe derdikevin.

Valekirina Rojava ji Kurdan li gora siyaseta rejima Suriyeye û her weha bi keyfa opozisyona Suriye bi xweye jî.

Eger Kurdistana Rojava valê bibe cardin tejîbûna wê ji aliyê Kurdan ve dê gelekî zehmet be. Hingê jî xeteriya ku Kurdistanek piraniya wan ereb derdikevê holê.

Îro di herêmê de hemû aktorên siyasê vê yekê dizanin.Toleransa ji vê siyaseta PYDê ya xirab re tê kirin bivê nevê aliyên din jî dike şirîkê vê çewtiyê.
Wek din em hemû dizanin li beşên din yên Kurdistanê kijan partîyên din li Suriye vekirî pişgiriya siyaseta PYDê dikin.

Di rastiya xwe de YNK ji roja hatî avakirin heta niha girêdanek gelek tabet li gel rejima Suriye heye û ev yek heta niha jî berdewam e. YNK û PYD siyaseta Suriye de mitefiqin.

Ev yek dibe sedemek bingehîn ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê helwesta pêwist di rewşa Kurdistana Rojava û PYDê de pêknayne.

Hemû aliyên siyasî vê yekê dizanin. Lê ev aliyê pirsê piranî nehînî tê gengeşekirin. Lê di rastiya xwe demek tê hêdî şansê ku mirov midaxele bike dikarê ji holê rabe.

27.8.2013

Dara Bilek

Back to top button