Cîhan

PYD: Rejimê çekên kîmyawî karneanîye

Piştî şerê li devera Şamê çêbûyî û nêzikî 1000 kesî piraniya wan zarok û jin jiyana xwe ji dest dayî, rewşa Suriye ket pêvajoyek din de.

Cîhan û di serî de Amerîka îdia dike ku rejima Esed  çekên kîmyawî bi karanîne. Heyetên navdewletî di di vê derbarê de lêkolina dikin.Heta dewleta ku pişgiriya herî mezin dide Suriye Îran jî behsa karanîna çêkên kîmyawî dike.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Kerry da xuyakirin ku piştî bê tesbît kirin ku rejima Suriye çekên kîmyawî karanîne emê stratejiya xwe di derbarê êrîşkirina Suriye de eşkere bikin.

Lê serokê PYDê Muslim Salih di daxuyaniyek ya xwe de dibêje rejima Esed çekên Kîmyawî  karneanîne. Bê goman di qada navdewletî de tu qîmetê daxuyaniya salih tuneye, lê jib o pişgiriya rejima Suriye û helwesta PYDê ev daxuyanî girîng e.

Back to top button