Cîhan

Roja zimanê dayîkê ya nevnetewî pîroz be

Îro 21 yekê Sibatê roja Zimanê Dayik ê ya Navnetewî ye. Kengî, Çima Roja 21’Sibat’ê bûye roja Ziman’ê Dayik’ê ya Navnetewî? Di roja 21 Sibata 1952’de komek xwendevanên Bengladaşî xwepêşandanek li dar xistin, xwestin ko bi elfebeya xwe, bi zimanê xwe perwerde bibin.wê çaxê Bangaldeş di bin desthilatdarî ya Pakistanê de bû.Ziman û çanda wan qedexe bû.Di vê xwepêşandanê de Polîsên Pakîstanî êrîş birin ser xwepêşandanan ew hemî tar û mar kirin hinek hatin girtin, 11 kes ji xwepêşandanan hatin kuştin Pakistanê; neҫar ma û di sala 1956’an de li gel zimanê Pakistanî,zimanê Bengal î jî wekî zimanê fermî pejirand.Di sala 1971ê de jî Bengladeş ji Pakistanê cûda bû ew jî bû dewletek e serbixwe. Di sala 1999’anve 21ê sibatê bu roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî.Zimanê Kurdî di vî asrê 21’ê de hêj li Tirkiye’yê,di qada fermî de, di têkiliyên li gel saziyên dewletê de qedexe ye. Lêkolîn, perwerdeyî, elfeba û nivîsandina bi zimanê Kurdî di zagonên heyî de ne yasayî ye.Em netewa Kurd her û her dê doza vî mafê xwe yên rewa û bi rûmet bikin. Lê diviyabê neye ji bîr kirin ko azadiya ziman bi axê ve girêdayî ye ger neteweyek ne xwediyê axa xwe bê û ne xwedanê bazara xwe bê ti sûda wî zimanî ji wê netewa yê re nîne.Rûmeta ziman ew e ko li navdewletî de ciyê xwe hebe. Ew jî xwediyê dewleta xwe û xwedî bazara xwe bê da netewayên din jî pêdivî bi fêrbûna wî zimanî bibinin.Da ku ew ziman bibê zimanê bazara nawdewletî ger ne weha bê ew ziman di navmalak girtî de dimînê. Ango bi kurtî dewletbûyîn rûmet û quweta zimên derdêx ê qadê. Roja 21 Sibat’ê li hemî neteweyan û li Kurdistaniyan pîroz û şad be. 21.Sibat 2017Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya (PDKT)Serokê GiştîMehmet Emîn KARDAŞ

Balkêş e ?
Close
Back to top button