Roja Girîng 21ê Sibatê û Neteweya Kurd…

 

21 Sibatê, du biryarên dîrokî û girîng tîne bîra mirov. Biryara yekemîn ya dîrokî, “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Kolonyalîzmê” ye û biryara duyemîn ya dîrokî, “Roja Zamanê Dayikê Ya Neveneteweyî” ye

Ev du biryarên dîrokî di demên cûda de ji aliyê du dezgehên navneteweyî ve hat pejirandin. Gelek diyar e ku herdu mijar jî bi hev re girêdane. Lewra tê zanîn ku heger kolonyalîzm nebe, zimanên neteweyan, kêmneteweyan qedexe nabe, tune nayê qebûl kirin, zimanê neteweyan nayê helandin û asîmîle kirin.

Di derbarê ziman û kolonyalîzmê de biryarên hatine girtin, raste rast neteweya kurd û Kurdistanê eleqeder dike. Heta dema ku em li rastiya dinyayê dinêrin ji derveyî Kurdistanê welatekî kolonî tune ye. Li tu welatan wek li Kurdistanê zimanê qedexekirî jî tune ye.

Loma ji divê ev herdu rojan em ji aliyê neteweya kurd û Kurdistanê de şirove bikin, bigihîjin encamê.

NETEWEYÊN YEKGIRTÎ (NY), NETEWEYAN TEMSÎL NAKE. NETEWEYA KURD HÎÇ TEMSÎL NAKE. LÊ DÎSA JÎ DI TEORİYÊ DE AZADÎ Û SERWERIYA NETEWEYAN DIPARÊZE Û LI DIJÎ KOLONYALÎZMÊ XWEDIYÊ BIRYAREKÊ YE…

NY, her çiqas dibêje ku ez yekîtiya neteweyan im jî, hezar mixabin NY, yekîtiya dewletan e. Berjewendiya dewletan diparêze û dewletan temsîl dike. Neteweyan temsîl nake û berjewendiya neteweyan naparêze.

Lê dîsa jî di Peymana NY de hatiye pejirandin ku 1- Her neteweyek xwediyê maf e ku qedere xwe bi îradeya xwe tespît bike, Li welatê xwe desthilatdar û serwer be.

2- Divê her neteweyek, azadî û serweriya xwe bi her wateyê bi kar bîne. Dewleta xwe ava bike.

3- Ji bona ku neteweyên bindest û kolonî, bi emperyalîzm û kolonyalîzmê ve girêdayî ne, divê ji sîstema kolonyalîst rizgar û azad bin. Têkoşîna wan ya li dijî kolonyalîzmê rewa ye.

Her çiqas di Peymana NYê de ji bona neteweyan azadî, rizgarî, dewletnbûn hebe jî, dawî li kolonyalîzmê nehat.

Loma jî NY girêdayî peymana xwe di 1960î de, 21 Sibatê,  “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Kolonyalîzmê” îlan kir.

Ev biryara NYê ji bona neteweyên bindest û kolonî qezenceke mezin bû.

 Lewra NY bi vê biryara xwe qebûl dikir ku kolonyalîzm li serê gelan û neteweyan belek a mezin e. Di heman de zirarê dide aramiya dinyayê û sîstema demokratîk jî. Loma jî li dijî kolonyalîzmê şer meşandin, wek wezîfeyekê dixe pêşiya xwe û hemû dewletan. Di şerê  neteweyên bindest û kolonî de şerê wan yên li dijî kolonyalîzmê re piştgiriyê wek erk diyar dike.

Lê NY, ev wezîfeya xwe û biryara xwe pêk neanî. Piştî ev biryara xwe jî li dijî kolonyalîzmê şer nekir. Ji neteweyên bindest û kolonî re piştgirî nekir ku ew ji sîstemên kolonyalîst azad û rizgar bibin, dewletên xwe ava bikin.

Endamên xwe yên ku welatên neteweyan dagirkirine û kolonîze kirine, siza nekir.

Ew ji endametiyê dernexist.

Bi taybetî jî mafên neteweya kurd re xwedî derneket, têkoşîna neteweya kurd ya li dijî kolonyalîzma Tirkan, Farisan, Ereban re piştgirî nekir.

Neteweya kurd piştî ku Neteweyên Yekgirtî ava bû ji bona azadî û rizgariya xwe têkoşînekê dimeşîne. Hezar mixabin dewletên endamên NY ne, bi qetlîaman pêşiya  têkoşîna wan werdigrin. NY, li hemberî Dewletên Ereban, Tirkan, Farisan qet mueyyîdeyekê pêk naîne.

Loma jî NYê, neteweya kurd û berjewendiya wan temsîl nake.

Li dinyayê bes neteweya kurd xwediyê dewlet nîne. Divê kurd ji bona Peymana NYê û biryara wê ya di derbarê kolonyalîzmê de zorê bide NYê..

QEDEXEKIRIN Û TUNEKIRINA ZIMANAN JÎ ENCAMA SIYASETA KOLONYALÎST E. BIRYARA UNESCOYÊ DI DERBARÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE ENCAMA PEYMANA NY-Ê Û PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ NE…

Qedexe û tunekirina zimanan encama siyasetên kolonyalîst e. Kolomnyalîstan di van mişjaran de xwediyê du helwestan e.

Beşek kolonyalîst, ji bona xwe rêvebirina welatê kolonyalîst bes dibînin. Bi xwe  raste rast wan welatan birêve nabin. Li wan welatan ji bona xwe hevalbandan çê dikin û bi wan hevalbendan wan welatan birêve dibin. Lê ziman û çanda neteweyên li wan welatan qedexe nakin. Li wan welatan ji bo ku kêm derfet hene, bes pêşketina ziman û çand, perwerde ya wî neteweyan gelek hêdî pêş dikevin.

Lê beşek kolonyalîst bi metodeke din li welatên kolonî dibin desthilatdar. Kolonyalîst bi xwe raste rast wan welatan îdare dikin. Hewcedarî bi desthilatdariyeke girêdayî ne, bi metodeke din li welatên kolonî dibin desthilatdar. Ew di heman diheman de ziman, dîrok, çand, hemû hêjayiyên neteweyî yên wan welatan qedexe dikin, tune qebûl dikin, ji bona ku ew hêjaiyiyên wan yên neteweyî ji holê rakin, stratejiyan dimeşînin.

Li hemû beşên Kurdistanê demên berê ve, bi vê metodê ji aliyê dewletên kolomyalîst ya Tirk, Ereban, Fars de tên birêvebirin. Li Kurdistanê kolonyalîzma klasîk jî tune ye. Statuya Kurdistanê gelek xirab e. Bes di van salên dawî de li Başûrê Kurdistanê neteweya kurd xwediyê hêjayiyên xwe yên neteweyî ye, wan pêş dixin û wan bi kar tînin.

UNESCO’ya girêdayî tevgera ciwanên li Bengaldeşê biryar dan ku rojekê ji bona ku ji zimanê neteweyan û kêmneteweyan re xwedî derkeve. Loma rojeke navneteweyî Îlan kir. Di sala 17. 11. 199an de 21ê Sibatê wek Roja Navneteweyî ya Tevgera Zimanê Zikmakî îlan kir.

Ev biryara UNESCOyê biryareke  gelek girîng e. Piştî sala 1999an li hemû dewletan ev roja hat pîroz kirin. Wê rojê xeteriyên li ser zimanan hatin ser zimên. Ji bona kuz iman ji holê ranebin pêşniyar hatin kirin.

Bi vê biryarê pêvajoya parastina zimanên zikmakî dest pê kir. Ji hemû endamên UNESCO’yê hat xwestin ku zimanên li waletênn xwe heyî biparêzin, ji bona ku ew zimanan pêş bikevin derfet çê bikin.

Hezar mixabin ev yeka ji aliyê dewletan de pêk nehat.

UNESCO diyar dike ku li Tirkiyeyê 18 ziman, li dinyyayê 2473 ziman li ber qedandinê ne.

Li Dewleta Tirk xeteriya mezin li ser zimanê kurdî heye. Lewra 100 sale ku zimanê kurdî qedexe ye. Bi kurdî qise kirin qedexe ye. Kurdî, zimanê perwerde yê nîne. Ji bona ku zimanê kurdî ji holê rabe, Dewleta Tirk gelek bir sîstematîk û stratejîk û bi plan xebat meşand û hîn jî dimeşîne.

Divê di ev roja pîroz de, em bang li hemû dinyayê bikin ku ji zimanê kurdî re xwedî derkevin. Zor bidin Dewleta Tirk ku ew siyaseta xwe ya xeter li ser zimanê kurdî dev berde.

Lê em baş dizanin ku li dinyayê bes Kurdistan welatekî kolonî ye. Heta ku sîstema kolonyalîst ji holê ranebe, li Kurdistanê dewlet ava nebe, zimanê kurdî û hemû hêjayiyên neteweyî yên kurdî dê dibin xeteriya tune bûn û helandinên de bin.

Diyarbekîr, 21 Sibat 2020

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

 

                                 

 

 

 

Nerîna min :