Roja Dayikan Pîroz Be
Di demeke ku miletê kurd şerê man û nemanê dike de li gel hemû kar û xebatan, Pêşmergeyên
qehreman sîngên xwe kirine çeper û sînorên Kurdistanê diparêzin. Armanca wan ew e ku dîyariya
dewletbûnê bidin dayika me Kurdistan. Ji bo vê armancê xwe dikin qurbanî û şehîd dibin.
Îro roja dayikan e. Şehîdên Kurdistanê wê îro nikaribin biçin destên dayikên xwe. Wê dayik nikaribin
peyveke xweş li wechê zarokên xwe bibêjin. Belê, şehîdên Kurdistanê rûmeta me ne û cihê
serbilindiyê ne. Belê, mafê dayikên me ye ku rojekê beyî tirsa wendakirina zarokên xwe bijîn. Loma
divê em him ji bo şehîdên me di bihuştê de dilxweş bin him jî ji bo êdî hêsirên dayikên me nebarin, li
ser doza şehîdên xwe bimeşin û axa Kurdistanê ku şehîdên me bi xwîna xwe av dane ji dagirkeran
paqij bikin.
Dîyariya herî mezin ku em karibin bidin dayikên xwe, rizgarkirina dayikên me ji tirsê û jîyaneke xweş e.
Rêya wê jî dewletbûn e.
Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê di serî de roja dayikên şehîdan roja hemû dayikan pîroz dikin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê
08.05.2016