CivakRojev

Rodî Elî bû mîhvana COSMO Bernama Kurdî

Vê heftiyê mêhvana Bernama Kurdî keça ciwan a Efrînî Roudy Ali ye, ku xwe ji bo Meclîsa Întegrasyonê ya Münsterê namzet nîşan daye. Roudy berîya 5 salan wekî penaber hatîye Almanyayê û niha li Münsterê di zanîngehê de dixwîne û dixwaze bibe dengê jinan, penaberan û xwendekaran.

Di 13 mehê de li NRWê hilbijartinên herêmî pêk tên. Anku şaredar û meclîsên kommun û şaredarîyan ewê ji bo 5 salên pêşîya me werin hilbijartin. Di heman rojê de herweha meclîsên întegrasyonê jî tên hilbijartin. Ji bo van meclîsan gelek Kurd jî xwe kirine namzet. Yek ji wan jî ji Münsterê Roudy Ali ye, ku berîya pênc salan wekî penaber hatîye Almanyayê. Roudy hîna 25 salî ye û di zanîngehê de dixwîne û dibêje, ewê di serî hewlê bide bibe dengê jinan, penaberan û herweha xwendekaran.

https://www1.wdr.de/mediathek/audio/cosmo/bernama-kurdi-beitrag/audio-mevana-hefte-roudy-ali-100.html

Back to top button