Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:Rizgarbûna Şingalê li hemû Kurdistanîyên cîhanê pîroz be.Şingal di bin serfermandarîyâ Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî, bi êrîşa 20 hezar pêşmerge û şervanên qehreman yên Kurdistanî, ji destê DAIŞa hov hate rizgar kirin. Rizgarbûna Şingalê mizgînîyeke ji bo xuşk û birayên me yên Êzidî û hemû Kurdistanîyan. Dijminên azadîya Kurdistanê bi destê DAIŞ a hov êrîşî Şingalê kiribûn û birîneke mezin di dilê hemû Kurdistanîyan de vekiribûn. Em hêvî dikin ku rizgarkirina Şingalê dê bibe kewandineke vê birînê û dê bibe gaveke nû ya ber bi serxwebûna başûrê Kurdistanê. Îro jî, sibê di Kurdistaneke serbixwe de jî, kewandina hemû birînên xuşk û birayên me yên Êzidî , divê wazîfeyeke sereke ya hikûmeta Kurdistanê be.Em rêzdar Mesûd Barzanî û hemû fermandar û pêşmergeyên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi hestên welatperwerî pîroz dikin. Herweha ji bo piştgirî û beşdarîya rizgarkirina Şingalê ya pêşmerge û şervanên her çar perçeyên Kurdistanê ji dil û can wan pîroz dikin. Em jibo alîkarî û beşdarîya wan ya rizgarkirina Şingalê , spasîya hevpeymanîya navneteweyî jî dikin. 13.11.2015Bijî Rizgarîya ŞingalêBijî Serxwebûna Başûrê KurdistanêMustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)————————————-
Pêş
08/10/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima yekbûna Almanyayê dibe
08/10/2024
Ozel: Erdogan xeber rûkir ji Esadre û got: Eger tu ewil muxalefetê bibênî li hevkirin çênabe !
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şîrîn Fuad Mesûm: PDK partiyeke xizmetê ye..06/10/2024