Polîtîk

Rizgar bi ala Kurdistanê rûbirûyê Sirbiyek dibê

Biryare sibê în 08/11/2013 Rizgar Seîd Abdulla pehlewanê Kurd li yariya Boksê cîhanî de bi amadebûna zêdetirê dû hezar alîgirên li bajarê Kalmarê welatê Swêd rûbirûyê boksorekî Sirbî(Sirbistanî) bibê.

Li vî derbarî de di daxuyaniyeke taybet de Rizgar Îsmaîl got: “Piştî xwe amadekirinekî baş biryare sibê li yariyekî girîng de rûbirûyê Robert Hals ê boksorê Sirbî bibim. Li vê yariyê de serkeftin ji bo min girîngiyekî xwe yê taybet heye. Ji ber ku heta radeyekî zêde ez nêzîkî bi destxistina piştêna(kembera) cîhanê me”.

Her wiha got: “Bi giştî heşt yariyên profesyonal ku sibê tê encamdan pehlewanên çendîn welatên wekî Rusya, Sirbistan, Polonya, Swêd û Danîmark têda beşdar dikin û rojek berî wê jî kişandina yarîzanan tê kirin. Bi heman awayê yariyên minê berê dîsa ezê bi ala Kurdistanê û welatê Swêdê beşdarî yariyê dikim, hêvîdarim ku bikaribim serbikevim li nava holê ala pîroza Kurdistanê bilind bikim.

Back to top button