Polîtîk

PDKê biryara xwe da

Civata seroaktiya Patiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya û di civînê de Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDKê ji bo postê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, kabîneya heştem, destnîşan kir.

Partiya Demokrata Kurdistanê di civîna xwe de ku, îro li havîngeha Selahedînê bi seroaktiya Mesud Barzanî serokê PDKê û bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiyê hat zas kirin çend biryarên giring dan:

–          Nêçîrvan Barzanî bo postê serokê hikûmeta nû a Kurdistanê, kabînye heştem,  hat kandîd kirin.

–          Ji bona danûstandin û gotûbîjan bi partiyên din yên herêma Kurdistanê ji pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, komîteyek hat pêkanîn.

–          Komîteya danûstandinan bi aliyên din yên siyasî re ji bo pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê dê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî be.

–          PDK ji bona pêkanîna hikûmeta nû tu şertên pêşwext nîn in.

–          Rewşa rojavayê Kurdistanê,  rola partiyên siyasî li wê parçeya Kurdistanê û arîşeyên anvxweyî  hat nirxandin. Civînê di wê baweriyê de bû ku, hêzekê xwe li parçeya Kurdistanê feriz kiriye û rêgiriyê li kar û xebatên aliyên din dike.

–          PDK bi timamî piştgiriyê li xûşk û birayên xwe li Kurdistana Suriyeyê dike û divê hemû alî bi hevkarî û hevahengî ji bona armancên xelkê rojavayê Kurdistanê bixebit in.

Back to top button