Polîtîk

Wezareta Ewqaf ji bo Ey Reqîb nivîsek pêşkêşî Y.Z.K. kir

Wezareta Ewqafa Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê rêzgirtina li sirûda neteweyî‌ Kurd (Ey‌ Reqîb) nivîsek pêşkêşî Yekîtiya Zanayan û Lîjneya Fetwaya Kurdistanê kir.

Li vî derbarî de Merîwan Neqşebendî Peyvdarê Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand: “Meseleya ranebûna piya ya çend endam Parlemenek li beramber sirûda neteweyî‌ Ey‌ Reqîb ku heta niha wiha kar pê hatiye kirin, wekî sirudekî neteweyî li nav Parlemen de, eve cihê gumanêye û beşekî zêdeyê ji civakê li wê baweriyê dane ku eve sivikkirina pîroziyên neteweyiyane û bi xwîna şehîdan.

Her wiha got: Li vî warî de pêwîste aliyên yasayiyan vê meseleyê ji bo xelkê zelal bikin, ji ber ku ewên li ber vê sirûdê ranebûne piya pişta xwe bi bingehên şerî’eta Îslamê girêdidin, ji bo wê yekê pêwîst wiha bû Wezareta Ewqaf wekî aliyekî peywendîdar hewl bide vê babetê ji bo xelkê zelal bike. Li vê çarçêweyê de me pêşniyar li Wezîrê Ewqaf kir ku bi navê Wezaretê ve daxwaz ji Yekîtiya Zanayên Olî ya Îslamiya Kurdistanê û Lîjneya Fetwaya Kurdistanê bike, li ser vê pirsê daxuyaniyek bidin û li heman demê de proje yasayek amade bikin û pêşkêşî Parlemena Kurdistanê bikin bo ku vê babetê bi yasayî bikin û êdî her kes ji ber wê sirudê yan her sirudekî din ku wekî sirûda neteweyî bê diyar kirin ranebe piya bila ji nav hola Parlemen derxin derve.

Back to top button