Divê îslamî daxwaza lêborînê ji gelê kurd bikin
Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîne Zikrî ragehand ku parlamenterên Komela Islamî bêrêzî li beramber nirx û pîroziyên Kurdistanê kirine û divê daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê bikin.
Parlamenterên Kurd yên nûhilbijartî duhî li Parlamentoya Kurdistanê bi awayekê fermî sunda xwe ya yasayî xwarin. Lê di yekemîn rûniştina gera nû ya Parlamentoya Kurdistanê de hinek parlamenterên aliyên Islamî dema ku sirûda Ey Reqîb lêda ranebûn ser piyan, ji ber vê yekê nakokî di navbera wan û hinek parlamenterên din de derket.
Hinek parlamenterên Komeleya Islamî ya Kurdistanê îdîa kirin sirûda niştimanî (Ey Reqîb) ne sirûdeke niştimanî ye û ew sirûd li dijî destûra Iraqê ye û ligel rewşa niha ya Herêma Kurdistanê nagunce.
Li ser vê mijarê parlamentera ser bi PDKê ve Amîne Zikrî ji KDP.info re, tekez kir ku parlamenterên Komela Îslamî bêrêzî li beramber nirx û pîroziyên Kurdistanê kirine çima ku ji ber sirûda niştimanî ya Ey Reqîb ranebûne ser piyan û got: “Evna bêrêzî ye, lewra divê Komela Islamî daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê bike.”
Amîne Zikrî wiha axifî: “Di yekemîn rûniştina gera nû ya Parlamentoya Kurdistanê de, piştî xwendina çend ayetên Qur’ana pîroz û deqeyek rawestan bo canê pak ê şehîdan û xwendina sirûda niştimanî ya Ey Reqîb, parlamenterên Komela Islamî ranebûn ser piyan û şerê devkî di navbera min û wan de çêbû, ji ber evna bêrêziye lewra divê daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwazin.”
Zikrî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Parlamenterên Komela Islamî îdîa dikin ku kufir di vê sirûdê de heye û ne amade ne ji bo wê sirûde rabin ser piyan, di demekê de ku sirûda Ey Reqîb sirûda her çar parçeyên Kurdistanê ye. Herwiha nirx û pîroziyên her neteweyekê hene û yek ji wan jî sirûda niştimanî ye, lê mixabin Komela Îslamî bêrêzî kir.”
Weke tê zanîn serokê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr endamê parlamentoya Îraqê ye û di hemû civînan de ji bo sirûda niştimniya îraqî radibe ser piyan lê ew ji bo sirûda niştimaniya Kurdistanê wê nake.

