Siyasetmedar Îbrahim Guçlu di derbarê daxûyaniya 3 aliyên siyasî belavkirin de daxûyaniyek ragihand. Guçlu daxûyaniya xwe rexneyek li van hersê aliyan digre û dibêje: Rîska bigrin ser milên xwe.
Daxûyaniya Gûçlû bi vî awayi ye:
PAK, PSK, TDKê bi hev re derbarê qewimandinên rojên dawi de belavokek peşkeş kirin. Di destpêkê de ez dibêjim ku ” Ferqa vê beloveke û belavokê bere tune ye. Li h emberî PKK divê çi bê kirin tiştek nayê gotin. Wek her dem tê gotin ku PKK jidestkevtiyen mili û jî desthilatdariya Kurdistanê re rêz bigre.
Ev tespîta tışteki girîng tespît nake. Belavok wek bı awayekî meşruiyeti dide hebûna PKK li Dewleta Federe ya Kurdistanê. Derbarê sedema operasyonên Dewleta Tirk de rola yekemîn ya PKK nayê dîtin.
Di Van rojên dawî de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrur Barzani gelek vekirî göt ku ‘eger PKKê li Herêma Federa ya Kurdistanê nebe, tu sedem tune ye ku Dewleta Tirk li Kurdistanê operasyonan bike.’ Divê gelek askere be gotin ku hebûna PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê. PKK, xwediyê maf nîne ku li Herêma Federe ya Kurdistanê be.
PKK li Herêma Federe ya Kurdistanê biyanî, ne legal, terorîst e. Divê ji Kurdistanê derkeve. Eger PKKZê ji Kurdistanê derneket mafê Hikûmeta Kurdistanê heye ku divê pêwistiyên siyasî, hiquqî, leşkerî û ewlakariyê pêk bîne.
Her kurdek, rêxistin û partiyên Kurdistanê ji wan re piştgir be.
Rîskan bigrin ser milên xwe