Polîtîk

Rexneyên Îranê li dijî Tirkiyeyê dijwartir dibin

 

Rexneyên berprisên îranî li dijî Tirkiyeyê û Edogan roj bi rojê dijwartir dibin. Mihemed Kermîrat endamê komisyona peywendiyên derve yên civata îslamiya Îranê, rexneyeke dijwar li serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogna girt û got:

– Gotinên Erdogan di civîna dijminên Sûriyeyê de û bêdengiya Erdogan li hember tevkojiya li Bewhreynê tê kirin, wê yekê eşkere dike ku Tirkiye ne welatekî îslamî ye. 

Berpirsê îranî di berdewamiya axavtina xwe de behsa siyaseta dewleta Tirkiyeyê dike û dibêje ku Tirkiye li pey siyaseta Amerîka û Îsraîlê dice, mixabin.

Pêwîste civîna 5+1 a li ser bernameyê etomiyê Îranê bi tu awayî li Tirkiyeyê neyê saz kirin.

Rexneyên berprisên Îranê Tirkiye gelek narehet kiriye û li hember wan rexneyên Îranê, Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê peywendî bi Elî Ekber Salihî wezîrê derve yê Îranê kir û daxaz jê kir ku helwestên xwe li hember Tirkiyeyê zelal bikin. Herwesa hikûmeta tirkî sefîrê Îranê yê li Enqereyê gazî wezareta derveya Tirkiyeyê kir û daxwaza ronkirinê jê kir.

Dawudoglu got:

Dema Erdogan serdana Îranê kirî ji aliyê berpirsên Îranê ve pêşwaziyeke gerim li Erdogan hat kirin, lê piştî wê pêşwazî û qedirgirtina taybet, daxuyaniyên bervajî ji aliyê berpridên îranî ve hatin dan. 

Back to top button