Karvedana wezîrtiya Ezîz Weysî di mediyaya tirkî de
Berî kabîneya heftem a hikûmeta Kurdistanê bi awayekî fermî bê ragehandin û sûnda qanûnî li parlamentoya Kurdistanê bixon, nûçeyeke hatbû belavkirin ku general Ezîz Weysî fermandarê hêzên Zêrevaniya Kurdistanê di kabêneya nû de dê postê wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê werbigire. Vê nûçeyî bi awayekî berfireh di mediyaya tirkî de dengveda.
Karvedana wezîrtiya Ezîz Weysî di mediyaya tirkî de:
– Kevne PKKyek vê carê dibe wezîr
– Kevne PKKyek vê care dibe wezîrê navxwe yê herêma kurdan
– Di kabîneya Nêçîrvan Barzanî de kevne PKKyek dibe wezîrê navxwe
– Barzanî keven PKKyekî dike wezîr
– Barzanî kevne PKKyek destpêkê kir general, nuha jî dike wezîr
– Barzanî kevne PKKyekî general dike wezîrê navxwe
– Nêçîrvan Barzanî xwe amadekiriye ku kevne PKKyekî bike wezîrê navxwe
– Kevne PKKyek di kabîneya NÊçîêrvan Barzanî de cî digire