Rêxistinên sivîl li Amedê ‘Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ nîqaş dirin
“Civîna Civaka Sivîl a ji bo Çareseriya Pirsgirêka Kurd” ku, bi pêşengiya Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê û bi beşdariya nûnerên rêxistinên sivîl ên parêzgehên herêmê tê lidarxistin, dest pê kir. , Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren û Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya, rêveberên saziyên sivîl ên herêmê jî beşdarî civînê bûn.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Herêmên pirsgirêkan ên ku ji ber pirsgirêka Kurd nehatine çareserkirin, weke van çil salên dawî bi hemû giranî û birînên xwe hebûna xwe didomînin. Sedema herî girîng a pirsgirêk û xetimandina ku em di warê hiqûq, demokrasî, mafên mirovan û aboriyê de dijîn, bêguman xetimandina pirsgirêka Kurd e.“
E
Berdevkê Platformê Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Turan di axaftina xwe ya bi Kurdî û Tirkî de got ku ew bi tevlêbûna xurt a nûnerên rêxistinên sivîl ên herêmê kêfxweş in. Turan diyar kir ku ew ê 26ê Sibatê roja duşemê daxuyaniya dawî ya civînê eşkere bikin.