Rêxistinên Kurdistan û Îtalya pêkve kar dikin
Bi mebesta aşînabûna li kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi taybetî li ruyê hevkarîkirina berdewama penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li hemû kampan de, şandekî konsolxaneya Îtalya li Hewlêr serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Birêz (Karmelo Fîkara) Berpirsê Nivîsîngeha Konsolxaneya Îtalya li Hewlêr û xanima profesor Emanuela serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de şanda mîhvan peyama konsolxaneya Îtalya bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihand û amadehiya xwe ji bo her alîkariyek ku ji aliyê wan ve dikarê bê kirin derbirî.
Li beramber de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Bêguman Îtalya welatekî mezine û xwedî pêgeheke siyasî û kulturî û miroviye û li vî warî de xizmeteke ber bi çav bi mirovayetiyê kiriye. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ew xweşhal dibin Dezgehên Xêrxwaziyên Îtalya serdana Herêma Kurdistanê bikin û pêkve xizmetê li warên cûr bi cûr de bikin. Ji ber ku armanca hemû rêxistinên xêrxwaziyan ji xizmetkirina mirovayetiyê pêkhatiye û hewldane ji bo dabînkirina jiyana baştir. Heman demî de hewl didin li paşarojê de karê hevbeş li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina xêrxwaziyên Îtalya yên li warê cûr bi cûr de bikin û alîkariya penaberan bikin.
Her li vê hevdîtinê de xanima Profesor Emanuela bi kurtî behsa kar û çalakiyên li nav kampa penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê kir ku bi hevkarî û hemahengiya li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku kon û pêdiviyên din ji bo wan dabîn kirine, çendîn xulên cûr bi cûr li gelek kampan de vekirine û bi wê sedemê hejmarekî zêdeyê zarokan têda beşdarî kirine û heman demî de navbihurî xwediyê platforma online ku weku zanîngeheke biçûk karên girîng encam dide. Niha jî mijulî projeyeke bi navê (Paşaroja min) û têda xulên cûr bi cûr û kor û semîner ji bo zarokên kampê vekirine. Heman demî de ragihand: Gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ku alîkariyeke mezin li me kirin ku bi taybetî li kampa Dareşekiran ku kon ji bo (260) xwendekarên beşdarê xulan dabînkiriye û têda kurs ji aliyê mamostayên zanîngeha Selahedîn ve tê gotin.