Kultur

Rêxistina Dîroka Tirk jî xwe ji Kurdî re vekir

Rêxistina 82 salî li dîroka xwe de pengaveke nû avêt û hewl dide konferansek li ser mijara Di Dîrokê de Kurd û Tirk saz bike

Rêxistina Dîroka Tirk (TTK) li dîroka xwe ya 82 salî de cara yekeme ku dê derbarê Kurdan de çalekiyek saz bike ku ew jî konferanseke navdewletiya bi navê Di Dîrokê de Kurd û Tirk e. Prof. Dr. Metin Hulagu Serokê rêxistinê ku dibêje Rêxistina Dîroka Tirk rêxistina Tirkiyê ye, amadekariyan dike ku 09-10.01.2014 an de konferanseke navdewletiya bi navê Di Dîrokê de Tirk û Kurd saz bike. Li vê konferansê de dixwazin pêşeroja Kurd û Tirkan û hevpeymaniyên wan bi awayeke akademîkî binirxînin. 

Her wiha Prof. Dr Hulagu dide zanîn ku heta niha rêxistina wan di derbarê Kurdan de tu pertûkek çap nekiriye. Di derbarê Ermenî û Suryaniyan hatiye çapkirin lê di derbarê Kurdan de tu pertûkeke rêxistinê tûneye. Di vê dema nû de rêxistin jî dê guhertinan bike ji ber ku Rêxistina Dîroka Tirk rêxistina hemû Tirkiyê ye û ev rêxistina berpirsiyara dîroka Tirkiyê ye.    

Back to top button