Polîtîk

6 debabeyên Tirk ketin nav tixûbên Rojava

Şehab Ismail Endamê Encumena Gel ya Girê Spî da zanîn ku 6 debabeyên dewleta Tirkiyê ji bo piştgiriya Cephetul Nusra ketine nav sînorên rojavayê Kurdistanê û gundên li devera Girê Spî bombebaran kiriye.

Şehab ismail da zanîn ku encama bombebarana wan debabeyên Tirkiyê de heta niha dû kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 20 kes ku herî zêdeyê wan kesan jin û zarokên wan gundanin birîndar bûne.

Her wiha got: Dewleta Tirkiyê dergehên xwe ji bo wan vekiriye û alîkariya Cephetul Nusra dike, bi sedan endamê vê rêxistinê ji Tirkiyê hatine. Endamên vê rêxistinê êrîşî gundên Kurdan dikin û ji bilî talankirinê gundên wan dişewitînin.

 

Back to top button