Kultur

Werzê kitêbşewitandinê

 Heyameke li herêma Kurdistanê gêncan dest bi şewitandina kitêbên nivîskarên kurd kiriye.

Berî çend rojekan gencekê kurd li bajarê Kelarê kitêbên nivîskarê kurd Cemal Xembar li ber çavên xelkê bajêr şewitandin.

Duhî komeke gêncan kitêbên Newşêrwan Mistefa serokê tevgera Goranê şewitandin.

 Ew xurtê kitêbên Cemal Xembar şewitandîn dibejê jiber ku Cemal Xembar xwe ji bo parlamentoya Kurdistanê kandîd kiriye û dostê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ye kitêbên wî şewitandine.

 Ji aliyek din ve, weke kardaneveyek (reaksyon) li heber şewitandina kitêbên Cemal Xembar, hindek xurtên ser bi YNKê ve kitêbên serokê Goranê Newşêrwan Mistefa şewitandin.

 Çend sal berê, di sala 2011ê de hijmareke gêncan kitêbên nivîskar û rewşenbîrê kurd Ferhad Pîrbal şewitandinbûn.

 Rewşenbîrên başûrê Kurdistanê vê diyardeyê bi tişyekî xwrîb dibînin û ditirsin ku ev bibde modelek û ziyanê bigehîne rewşenbîriya kurdî û civaka kurdî ji hev veqetîne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button