Polîtîk

Goran e, bi mij û dûman e

Ev bû nêzî mehekê di ser kiryara kirêt re, ango di ser terora tevgera Goran a ku li parlementa Kurdistanê kir, derbas bû. Lê hezar mixabin ji bilî birêz Felakeddîn Kakayî ti malnewêranî li ser nenivîsî. Divê baş bê zanîn ku, demokrasî ne tenê ji pêkanîna hilbijartinan tê. Demokrasî lihev ragihandina temamê civatê, paraztina yasayên heyî û paraztina fikran, çînan, olan û bipêşxistina mafê wekhevîyê ye. Ger em li ser van pirensîpan mitabiq bin, wê wextê divê di serî de em dev ji terorîzekirina civakê û hele hele terorrakirina di parlametoyê de terk bikin.

Nurî Çelik

Min wek Kurdekî ti wextî îman pê naniye ku opozîsyona tevgera Goran demokratîk tev digere. Hetta gelek caran ji kiryarê wê tê xuyakirin go di eslê xwe de li ser navê opozîsyanê xizmeta devletê dagirkerên Kurdistanê jî dike. Ger em vegerin ser biryara kiryêt a go di parlementoya Kurdistanê de ji teref terorîstê (parlamanê) tevgera Goran ve hat qewimandin, divê em binav bikin ku Kurdistan di nav belayek pir xeter de ye. Ji ber demokrasiya Kurdistanê wek tayek ji şitlê rihanê ye,  hewqas nazik e ku kare bi van kiryarên ne medenî biquse, biçilmise û têk biçe.

nosirwan_mustafa_mesud_berzaniXuyaye tevgerên mîna Goran û wekî din, tucarî berjewendîyên Kurdistanê nafikirin. Berjewendîyên xwe û tevgerên xwe di ser her tiştî re digirin. Berjewendîyên Kurdistana mezin û yekgirtina milletê Kurd ne li bîra wan e. Korefahmî bûne, dorpêşkirina dijminên Kurdistanê nabînin yan jî naxwazin bibînin. Li hemberî van dijminan girîngîya tifaq, yekzêrî û hevgirtina kesayet û partîyên Kurdistanê nabînin. Û bi taybet jî girîngîya xebat û tekoşîna kesayet û serokên mîna Mesûd û Nêçîrvan Barzanî nabînin. Ev tevgerên ku xwedêgiravî li ser navê Kurdan derketine holê, têkbirina malbata Barzanî ji xwe re wek erkek sereke dibînin. Têkbirina malbata Barzanî û PDK ji xwe re kirina armanc û bi wan xewn û xeyalan dijîn. Lê tiştekî ji bîr dikin. Barzanî û PDK îro li her çar parçeyên Kurdistanê sembol in, sembolên pîroz in û nîşana Kurd, Kurdistan û Kurdayetîyê ne. Tevgerên mîna Goran êdî nikarin van sembolên pîroz ji dil û mejîyê Kurdan derêxin. Ne ew û ne jî dewletên ku xizmeta wan dikin. Têkçûna Barzanî û PDK têkçûna berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bi xwe ye. Tiştê ku Goran û tevgerên din nabînin ev tişt e.

Tevgera Goran li dijî serokatiya brêz Mesût Barzanî ye. Ev wek tevger mafê we ye; lê divê mirov dijayetîya xwe li ser esasê birêvebirina welêt, xebata go ji teref kesê tê kirin, yanî kiryarê kesê go em li dij in di berjewendiyên millet de ye an na, dike. Gava mirov li gor van pirensîpan dijayetiya tevgera Goran a li dij birêz serokê Kurdistanê dide ber hev, mirov bi hêsanî dibîne ku, temamê daxwazên tevgera Goran ne li ser esasê go serokê Kurdistanê vacibê xwe wek serok bi cîh nayne, bîlakîs dil û mêjîyê serokê Kurdistanê bi berjewendî û ragihandina welatekî demorat lê dixe. Hem Goran hem jî gelekên din karin bi dirêjkirina hilbijartinê serokatiya Kurdistanê gilî û gazindan bikin û her wiha bi dirêjkirina dema serokatiya cenabê Mesût Barzanî. Lê divê neyê jibîr kirin, di wê dema go hawîrdorê Kurdistana azad ji terefê xêrnexwazan ve hatiye girtin û bi ser de malikwêrana tevgera Goran, PYD, PKK, PYÇD û zewatên din her roj bi hinçeta têkbirina Kurdistanê bihevre qayişê dikşînin, mirov divê hebûna serok Barzanî wek litfekê bibîne û bi serokatiya wî serbilind be. Divê di serî de Goran wê yekê baş zanibe ku, ger serokê Kurdistanê kujtina Kurd bi destê Kurd qedexe nekira, bi saya serê tevgerên tarî wê Kurdistan bibûna mîna Iraq û Sûrî. Jixwe Goran û yên wek Goran li pê wê yekê ne.

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe ya di derheqê meqaman de bi dilekî pir fireh anîye ser zimên. Serok meqamê Peşmergayetiyê ji meqamê serokatiyê bi rûmettir dibîne, ji ber wê jî sifatek go ji zaroktîya wî ve pê re heye, hewceyî nade bi hesûdîya sifatekî din. Gelê Kurdistanê layiqîya her kesekî didiyê. Divê neyê jibirkirin, hê çendak berê partiya serok Barzanî di hilbijartinên wîlayeta Mûsilê de partiya yekem derket. Ji wê ji tê xuyakirin go wefakar, cefakar û şoreşgerên malbata Barzanî hezker û garantorê demokrasî û paraztina destkeftîyên Kurdistana azad in. Ger mirov pêşveçûnên li dinyayê û di van zorîyan de di serkeftin û bipêşdebirina civatek modern a Kurdistan de rola birêz Mesûd û Nêçîrvan Barzanî nebîne, divê ya mirov kor be yan jî dilnexwazê Kurdistanê be.

Mala we ava û hûn her hebin rêvebirên Kurdistanê!

Nûrî Çelîk

(Lotikxane)

Back to top button