Cîhan

Rex Tillerson li Enqereye

Wezîrê derve yê Amerikayê Rex Tillerson şevîdin derengê şîvê gihat Enqere . Rex Tillerson îro demjêmêr 11.00 li gel serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan hevdêtinekî dike. Herweha piştre Tillerson û wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu dicivin û piştî vê civînê herdu wezîr konferansek çapemeniyê li dartêxin.Tê zanin ku eve demeke pêwendiyên Tirkiye û Amerika ne başin. Taybetî pirsa ku Amerika li Suriye arikariya YPGê dike babetek herî girînge di pêwendiyên herdu welatan de.Ji aliyek din helwesta Amerika di derbarê cemaeta Gulen û Gulen de jî sedemekê ku pêwendiyên wan ne başin.Piştî hatina Trump Tirkiye ihtimala başbûna pêwendiya dike. Ji bo vê yekê jî serdana Rex Tillerson gelekî girînge.Meha Gulanê de Trump û Erdogan jî bicivin. Dê zemînê babetên vê civînê jî hevdîtinên îro de beye amade kirin.

Back to top button