Rewşenbîrên Kerkûkê dijî serdana Bahçelî ji bo bajêr in
121 nivîskar û rewşenbîr û çalakên sivîl yên bajarê Kerkûkê, li dijî serdana serokê MHP bo bajêr daxuyaniyek belav kirin û diyar kirin, nivîskar û rewşenbîrên Kerkûkê li dijî hatina Bahçelî bo bajêr in.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber ku Kerkûk tijî arîşe û alozî ye, ji ber wê jî heke serokê partiya neteweperest ya Tirkiyê serdana bajêr bike, rewş zêdetir aloz dibe.
Di daxuyaniyê de bang li parêzgarê Kerkûkê hatiye kirin ku pêşwaziyl li Bahçelî neke, ji ber ku ew hertim li dijî gelê kurd e.
Ji aliyekî din, berpirsê koma gencên biwêr ya bajarokê Kelar li Germiyanê, Behadîn Kemal jî ji AKnewsê re got, em jî pişta daxuyaniya rewşenbîr û nivîskarên Kerkûkê li dijî hatina Bahçelî bo Kerkûkê dikin.
Kemal, diyar kir, hatina kesê ku li dijî gelê kurd û mafên gelê kurd e, nayê qebûlkirin û nabe kes jî piştevaniya hatina wî bike.
Serokê partiya neteweperest ya Tirkiyê, Devlet Bahçelî, dixwest rojên destpêk cejna remezanê serdana Kerkûkê bike lê Iraqê vîze neda wî.