Malikî nûneratiya Kurdistanê li Bexdayê daxist
Em vê rastiyê li bîra her kesî tînin ku, zêdetir ji 6 salane nûneratiya herêma Kurdistanê li Bexdayê heye û bi nivîsa ofîsa birêz Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê a jimare 1063 li roja 24.07.2006ê hatiye vekirin û her bi wê fermana serokwezîrê Îraqê dest bi karûbarên xwe kiriye û heta nuha gelek nivîs û biryarên îdarî jî di navbera nûneratiya herêma Kurdistanê a li Bexdayê û hikûmeta Îraqê de hatîne hinartin. Ev hemû belgene ku, hebûna nûneratiya herêma Kurdistanê li Bexdayê qanûnî ye. Bi vî awayî ti hêcet ji bo biryara daxistina nûneratiya herêma Kurdistanê ji aliyê ofîsa serokwezîrê Îraqê ve nîne.
Tevî vê jî, hikûmeta herêma Kurdistanê radigihîne ku, aramnc ji vekirina vê nûneratiyê li Bexdayê, ji bo baştirkirina peywendî û hevahengiya navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federal bûye, bi tyabetî di warê dadgehan, tendirustiyê, perwerdeyê, xalên ser sînoran, beşdariya nûneratiya Kurdistanê di komîteyên Bexdayê de û mitabiqkirina siyaseta giştî digel Bexdayê di çarçoveya destûrê de. Jibilî vê jî, destûra Îraqê ku bingeha rêxistina têkeliyên navbera herêman û hikûmeta federal de ye, ti rêgiriyê ji vekirina nûneratiyên herêma Kurdisstanê li Bexdayê nake. Destûra Îraqê di madeya 117ê de bi eşkereyî îtîrav bi gişt sazî û desthilatên herêma Kurdistanê kiriye û li gor madeya 121 a destûra Îraqê, rê ji herêman re dide ku nûneratiyên xwe di nav sefaretên Îraqê de li derve hebin. Mirov ecêbmayî dimîne ku, rê bê girtin li paytextê nûneratiya herêma Kurdistanê hebe.
Di dawiyê de, hikûmeta herêma Kurdistanê daxwazê ji ofîsa serokwezîrê Îraqê dike vê biryara xwe poşman bibe û ji bona têkeliyên rast û dirust ku xizmeta berjewendiya her du aliyan bike, biryareke dirust bide.
Serokatiya civata wezîran
Hewlêr
16.08.2012