25 insan di dora nan de kuştin

Li  Suriye jiyan ji bo xelkê sivîl gelekî zehmet bûye.  Xwarin nîne, elektrik nine  xelk li hinek bajaran qet newêrin derkevin derve.

Doh li bajarê Helebê bûyerek gelek trajik pêkhat. Dema dengê çêkan disekine xelk derdikevin da ku bikaribin nan bikirin. Xelk bi seetan dimînên dorê de heta çend nanekî distînin.

Doh li bajarê Helebê bi sedan xelkê sivîl di dora kirîna nan de bûn. Teqinek mezin pêkhat û ji xelkê 25 kesan jiyana xwe ji dest da. Heta niha bi zelalî nayê zanin ku kî ev bûyera trajik kiriye.

Konseya şoreşa Suriye daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên rejimê ev çelakî kiriye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: