Civak

Rewşa Tatlises ber başiyê ve diçe

Li gora agahdariyên  doktorên Ibrahim Tatlises vê sibehê dayîn raya giştî, rewşa Tatlises ber başîyê ve diçe. Li gora agahdariyan rewşa wî gelek baştir bûye ,lê hêjî kemasî jî be xeterek jiyanî maye. Ji bo vê yekê jî heta demekî dê di bin kontrola doktoran de be.

Li ser êrîşa dijê Ibrahîm Tatlise medya Tirkî hinek nûçeyên derew û nijadperestî diweşîne. Herweha dixwazin bi awayekî vê bûyerê bêxin stuya kurdan de. Lê daxuyaniya diwana serokatiya herêma Kurdistanê di vê derbarê de ji bo beşek medya Tirk bû bersivek baş. Herweha KCK-ê jî di vê derbarê de daxuyaniyek belav kir.

Heta niha di derbarê bûyera Ibrahîm tatlises de polisa lêpirsên li gel 110 kesan kirine. Di destê polisan de hinek zanyarîyên girîng hene. Wek her bûyerê cardin nijadperestên Tirk dixwazin kurdan bi awayekî tawanbar bikin, lê rastî di demek nêzik de eşkere dibe. Hinek himayeyên Ibrahîm Tatlise ew kesên ku berê endamên hêzên taybet yê Tirkî ne. Piraniya wan jî girêdan li gel hinek dezgehên kûr hene. Di vê derbarê de lêpirsîn li gel wan jî hatiye kirin.

Back to top button