Rewşa nav bajarê Mûsilê têkçûye

Endamekî encûmena parêzgeha Nînowa aşkera kir, piştî destpêkirina operasyona Pêşmerge rewşa nav bajarê Mûsilê têkçûye. Îro 17.10.2016ê endamê encûmena parêzgeha Nînowa Xezwan Dawudî ji BasNewsê re ragehand: ’’Encûmena parêzgeha Nînowa û parêzger, beyanameyek belav kirin, ku di temamê beyanameyê de hatiye destnîşan kirin ku rewşa nav bajêrê Mûsilê têkçûye û hêza DAIŞê ya şer kirinê nemaye.’’ Herwaha got, îro gelek gundên mezin ên parêzgeha Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hate azadkirin û got: ’’Daxwaz li xelkê bajarê Mûsilê kiriye ku alîkarê hêzên ewlehiyê bin û piştevaniyê lê bikin’’. Herwaha got li gelek cîha xelk li dijî DAIŞê rawestaye û ji wan xwastine ku bajêr vala bikin. 

Nerîna min :