Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Endama Encûmena Nûnerên Amerîka Kay Granger civiya û di beramber ew piştevaniya wê ya bihêz ku ji hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê re kiriye, sipasyiya wê kir.Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, li ser Twittera xwe nivîsiye: “Di dema serdana me de ji bo Capitol Hill, di beramber ew piştevaniya bihêz a ku ji hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê re kir, me sipasiya endama Encûmena nûnerên Amerîka Kay Granger kir”.Heriha Mesrûr Barzanî nivîsî ye, “Di civîna me de ligel Kay Granger, ku hevdem seroka komîta berevaniyê ye di Kongirêsê Amerîkî de, me rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê gotûbêj kir.Ev bûn çend roj, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi serdaneke fermî li Washingtona paytexta Amerîka ye û heya niha çendîn dîdar û civînên giring li gel berpirsên pile bilind ên Amerîka encam daye.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
Balkêş e ?
Close