Hevpeyvîn

Rewşa kurdên feylî siyasî û penaberî

 

Agahdarî û zanîyarîyên derbarê pirsgrêka kurdên feylî diyare ne zêde zelalin, bê ew li ku derê dimînin, qeder û çarenivîsa wan çawa bû û mêjûyê wan bi çi awayî ye? Ev nezelalî ne tenê di nav civaka kurdî heye, lê diyar e di pêvajoya penaxwazîya wan de jî li Swêdê bandor kirîye.

Kurdên feylî rastî astengîyên hemwelatîbûnê dibin 

 

Lorîn Berzincî, 30 nov 2011 

Mêrekî penaxwaz yê 53 salî ku kurdê feylî ye ji alîyê polîsên sînor yê Swêdê ve hate şandin bo Îraqê di şûna Îranê de.

Biriyara reda wî hatibû ku biûênin Îranê, lê ew bi şaştî hate rê kirin bo Bexdayê, û ev salek e di şaneyeke polîs de li Bexdayê dimîn e.

Xweha mêrê 53 salî, zêde bi rewşa birayê xwe yê nexweş xembar e û dibêje ku ew nizane dê çi bike. Li gor Şerîfe, li Bexdayê daxwaza perên zêde dikin û diyar e derbarê bertilxwarîyê ye.

Ew berpirsiyarîya vê rewşê davêje ser Swêdê û dibîne ku tenê Swêd kare vê astengîya ku birayê wê ketîyê çareser bike.

Ev mêr û malbata wî ji kurdên feylî ne yên tevlî bi sedan hezar feylîyên din di salên 1980 de di serdema Sadam Husên de ji Îraqê hatin derxistin bo Îranê.

Li gor hem dezgeha koçê û dadgeha koçê ev mêr hemwelatîyê îranî ye û ji ber vê yekê divê vegere bo Îranê, lê her bi şaştî ji alîyê polîsê Gävle ve hate şandin bo Bexdayê. Fredrik Beijer, cêgirê şefê xebatê yê dezgeha koçê li Swêdê  dibêje ku ev bûyer li derveyê biryara dezgehê ye, ji ber wan li penaxwazîya mêrê 53 hember Îranê û ne Îraqê ceribandine, lê polîs bi karekî şaş rabûn. Û ew yên berpirsin di vê rewşê de.

Pirsgirêka vî mêrê 53 salî nuha giheştîye nûnerê parlamentoyê yê hiqûqî û di demeke nêzîk de dê biryarek derbarê rewşa wî zelal bibe.

Polîsê Gävle li şaştîya xwe mukir hatine, lê dibêjin jî ku wî mêrî li berxwe neda dema wî şandin, berîya nuha jî ji aliyê balyozxaneya îraqî li Stockholmê ve diyar kiribûn ku ew bi dilxwazî vî mêrî pêşwazî dikin û pasportek jî dabûn wî.

Li gor Şerîfe, xweha vî mêrî, hukûmeta Îraqê hemwelatîbûn li kurdên feylî yên hatin rêkirin bo Îranê, vedigerîne û ji ber vê yekê balyozxaneya îraqî pasporteke eslî dan birayê wê, lê astengî li Bexdayê ye. Ew dibêjin sextekarî bûye.

Nuha birayê wê li Bexdayê di zindanê de ye ta biriyarekê werbirgire.

Çîroka vî mêrê kurdê feylî nimûneyeke ji rewşa ku kurdên feylî tê de derbas dibin. Lê gelo bi duristî çi bi serê kurdên feylî de hatîye? Û çima pirsgirêka wan tevlîhev û ne zêde zelal e?

Ev pirs beşek bû ji pêşangeha heftîya çûyî li darket, bin sernivîsa tawanên rêjîma Baa´s û Sadam Husein hember mirovatîyê, zanistîyê, çand û avhewayê ya saziya şehîdên Îraqê  û wezareta şehîd û anfalan a Kurdistanê ya bi hevkarî li gel dadgeha tawanan ya herî bilind ya îraqî û balyozxaneya îraqî li Swêdê li dar xistibûn.

Belge û matêrîyalên cuda ji temamê Îraqê û beşekî mezin ji wan ji Kurdistanê hatine kom kirin taybetî bo pêşangeha ku li Solnayê li Stokholmê hate li dar xistin û di sê rojan de berdewam kir.

Li wê derê çend kurdên feylî amade bûn yên bi temaşekirina wêne û tiştên di pêşangehe de hatin nîşan dan, serpêhatî û bûyerên kesî yên xembar bi bîr tanîn. Yek ji wan Fardaos Rabin bû. Ew dibêje ku tucarî tiştê bi serê wê û malbata wê de hatîye ji bîr nake.

Cêgirê serokê dezgeha şehîdên Îraqê, Faris Omer Berwarî bi giştî û bi hejmar behsa tawanên rêjîma Baa´s hember miletê Îraqê kir. Lê li gor Hamid Newroz, ku kurdê feylî ye, kêmasîyek hebû di warê balkişandina bo rewşa kurdên feylî yên hem ew jî qurbanên rêjîma Baa´s bûn û rexneyên wî li hûkûmeta herêma Kurdistanê jî hebûn.

Lê gelo rexneyên wî di cî de ne û wê demê çima bi vî awayî ye, Faris Omer Berwarî, cêgirê serokê dezgeha şehîdên Îraqê beriva rexneyên Hamid Newroz dide û behsa rewşa feîlîyan li Kurdistanê dike û bi taybetî ji alîyê pêvajoya yasayî ve.

Ew dibêje jî ku nuha dadgeheke taybetî bo feylîyan saz bûye li Bexdayê û vekirîye bo hemû feylîyên daxwaza vegerandina hemwelatîbûna îraqî dikin.

Ew dibêje du cara zulim li feylîyan bûye li Îraqê, carekê ji ber ku kurdin û carekê ji ber ku şîya ne. Lê li gor çalakvanê pirsên kurdên feylî, Îsa Feylî, berîya hertiştî derbarê siyasetê ye. Ew berîya hertişî kurdin, bazirganên bi hêzin di Bexdayê de û hem jî şîya ne.

 

Zayele/Rojevakurd

 

Back to top button