Polîtîk

Cîgirê serokê Amerîkayê gehêşte Hewlêrê

Li gora ku Kurdistan Tv ragihandî,îro danê Êwarê Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Bedin bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê gehêşte Kurdistan.

Li Balefirxaneyê de Bedin ji aliyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Biryare Bedin bi Rayedarên Kurdistanê bi taybetî Serokê Kurdistanê re bicive û çendîn babetên girîng nîqaş bikin.

Tê zanîn ku, Bedin doh bi serdaneke fermî serdana Îraqê kiribû û li Bexdayê de jî bi Rayedarên Îraqê bi taybetî Serokkomar û Serokwezîrê vê welatî re civiya bû.

Back to top button