Polîtîk

Celal Talebanî çi dixaze?

 

Salih Qelab wezîrê ragehandin û rewşenbîrî yê berê yê hikûmeta Urdinê li jêr navê (Celal Talebanî çi dixwaze?) li malpera Elaph bi zimanê erebî nivîserke weşandiye. Qelab di nivîsa xwe de behsa helwestên Celal Talebanî û Hişiyar Zêbarî li henber rewşa Sûriyê û biryarên Komkara Welatên Erebî yên dijî Sûriyê dike.

Salih Qelab di nivîsa xwe de dinivîse ku;

 Ne karekê tesadifiye ku her du kurd, Celal Talebanî serokomarê Îraqê û Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê li şûna serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî, helwest û dîtina Îranê, ne Îraqê, bigihînin Komkara Welatên Erbî û ne li dijî  wan biryaran yên ku li dijî Sûrye ji bo ku rijêma Beşar Esed mecbûr bikin kuştin û jinavbirina gelê sûrî  rawestîne der dikin,  bin.

Armanca serokwezîrê Îraqê ya desthilatdarên Îranê ji vê yekê ewe ku rewşa kurdan têk bidin û  raya giştiya erebî, îslamî û heta ya cîhanî jî li dijî kurdan bikarbînin û navûdengê kurdan reş bikin û Malikî û hemû mezhebçiyên îraqî yên ku li gor berjewendiyên Îranê, ne li gor berjewendiyên Îraqê,  miamileyê digel rewşa daxiliya Îraqê û rewşa welatên erebî  dikin pakij bimîne, ev yek jî gelek zelal e û pêwîstî bi belgeyan nîne.

Serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî, ku berê navê wî yê şoreşê Cewad bû û yek ji çalakvanên partia Dawe bû û gelek sempatiya wî bo Xumeyî hebû, berî serhildana gelê sûrî çend careke hikûmeta sûrî bi wê yekê tawanbar kiriye ku alîkariya grûpên terorîst li dijî Îraqê dike û di dema wezareta derve ya Îraqê, ya ku Hişiyar Zêbarî birêve dibe,  bûye armanca êrîşên terorîstan, Malikî rijêma Beşar Esed bi wê kiryarê tawan bar kir. Ji ber hindê pêwîste Îraq nekeve jêr barê parastina berjewendiyên îranî, divê helwest û biryarên Îraqê hemû li gor berjewendiyên niştimanî û berjewendiyên gelên Îraqê bin.

Ya herî xerîb ewe ku Hişiyar Zêbarî vê yekê qebûl dike. Zêbarî ji Partiya Demokrata Kurdistanê ya ku mela Mistefa Barzanî di salên 60î de ava kirî tê. Wê partiya ku bi hezaran şehîd ji bona doza rewaya gelê xwe û kerameta gelê xwe kirîne qurban. Kurdên Îraqê, beriya ereban, li dijî zilim û zordariyê dest bi şerî kiriye. Bi dirêjiya dîrokê,  her piştî  şerê cîhaniyê yekem li dijî wê zilim û zordariya li ser kurdan dihat kirin berxwe daye. Ew zilim û zordarî îro ya li gelên sûrî û bi taybetî li kurdên sûriye tê kirin.

Em baş dizanin ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Îraqê ku, serokê herî bihêz yê kurdan li hemû dewletên hermî û derve jî, daxaz ji kurdên sûrî kiriye ku bi gelê sûrî re bin û bi serê xwe tu helwestan wernegirin.

  Lê, ji aliek din ve, em dizain têkeliyên Talebanî ku beşek ji wan têkeliyan eşkere ne û beşek jî jê veşartî ne,  bi rijêma Sûriyê re, serdema bav û kur de,  hene. Xeta  têkeliyên veşertî navbera Silêmaniyê û Şamê de ji roja bûyerên sûrî destpê kiriîn heta nuha berdewam in. Talebanî berdewam di nav hewildanna de ye ku kurdên sûrî razî bike li kileka Beşar Esed bin û li dijî şoreşa gelê sûrî bin.

Birayên me yên kurd dizanin ku mexseda min ji vê axavtinê ewe ku pakijiya  gelê kurd yê şoreşger biparêzim, eger kurdên Îraq, Îran û Tirkiyeyê piştgiriya gelên sûrî, kurd û ereb, nekin jî bila nebin wacîheya ragehandinê bo Nurî Malikî ji bona parastian berjewendiyên Îranê li ser hesabê berjewendiyên Îraq û gelê kurd.

Kêmtirîn tişt divê kurd vê yekê ji Celal Talebanî qebûl nekin.

 

Rojevakurd 

 

Back to top button