Cîhan

Rewşa Japonyayê cîhanê ditirsîne

Erdheja li Japonya çêbûyî tehlukeyên mezin li gel xwe peyda dike. Ji bilî zerereka mezin dayî Japonya  nihajî tirsa ku teqandina nawendeke nuklerî ketiye dilê cîhanê.  Gelek zanyar ji Çernobîla duyem ditirsin. Lê di vê derbarê de hukumeta Japonî dibêje ku, rewşa centralên nukleer di bin kontrolê deye.

Di vê derbarê de serokwezîrê Japonya Fukushima got: Asta radyasyonê piştî teqînê bilind bûye. Lê hêdî hêdî rewş dikeve di bin kontrolê de. Herweha  runiştvanên li derdora devera centrala nuklerê jî bo cihên din hatine weguheztin û li gorî agahdariyên dawî 1300 mirîne  yan jî winda ne.

Ji bo hêzbûna erhejê û çêbûna Tsunamî  gelek avahî û otomobil  û male xelkê bûye xusar. Li gora agahdariyên fermî, heta niha 700 kesan jiyana xwe ji dest daye û 1000 kes jî birîndarin, hêjmara kesên winda baş nayê zanîn.

Gelek cihên din li cîhanê ketine wê tirsê ku, ev bûyera Japonya bandore xwe li welatê wan jî bi awayekî bike.

Back to top button