Kultur

Ji bo bîranîna serhildana Rojavayê Kurdistanê


Ji buharê ta buharê

Çend binefş bişkivîn….?

Çend nêrgiz çilmisîn….?

Çend gelawêj çirisîn…?

Çend  barbang fetisîn….?

Ji Helabça ta Qamişlo

Çend aheng

Çend Festîvalên jiyanê

Têne li darxistin….?

Ji cejnên mirinê ta cejnên jînê

Çend Leyla

Çend Agîd

Çend Samî

Çend Ciwan

çend Qasimlo

Ji dayik Dibin….?

Çend Pêxemberên nuh

Çend Zaradeştên kal

Avistayê didomînin…….?

buharê ta buharê

Çend Barzanên nuh

Ji biskên hetaw

têne der…..?

Çend Qadî

Di zikê Mihabadê  de

Bûne çira û fener

Çend Şêx Sehîdên nuh

Ji mizgeftan

Ji hicrikên bi ocax

Vedan kesser

Çend Maşûqên nuh

Dijîn bi hêrs

Bo qada sor û zer

Ji adarê ta adarê

Çend Anahîta

Çend Yezdanên  dilbijok

Têne xapandin

Çend Şaxoşînên nuh

Têne perçiqandin

Ji serê salê ta binê salê

Çend  bêrîkirin

Dikevin bin pêlavên  biyaniyê de

Çend firmêsk

Di qermîçokên riwên zuhade

Têne veşartin

Nesrînê ta M. Şêxo

Çend Şeydayên nuh

Distirînin ji bo Dilberê…….?

Cend zeryên nuh

Dinerin ji pencerê…..?

Ji Cegerxwîn ta Tîrêj

Çend helbestvanên nuh

Dest tavêjin kemberê..-….?

Ji Isqa Nîşanî ta evîna

Feqhê gerhok

Çend Bêkesên nuh

Hildigrin pênûs û fenerê……?

Çend Agirdadên nuh

Vêdixin luksa berê…….?

Ji Orkêş ta Qamişlo

Çend Pakrewan

Ji pêsîra goristanan

Ber bi asîman ve hilperikîn

Çend Agirdadên nuh

Ji xuncên gulan herikîn….?

Dê tu Agirdadbî

Dê  12 adarê jî cejnbî……..!

Ji buharê ta buharê

Dê tu Agirdadbî

Samana Newroza mebî

Dê tu arama çavên ku di bendamanêde

Melûl,….melûl

Şilo pilo Dibin

û dîse bi omîdên dîtinê avis dibin

Ji adarê ta adarê

Çendîn mahîtab rawistandin

Çendîn afîtab di binê awrande nixumandin

Dê tu Agirdadbî

Dê tu ronî bikî xewnên me

Dê tu germ bikî dilkê dilê me

Dê tu Agirdadbî

keftelefta Mendalekî

Ku ji nuh, îro ji dayik dibe

Dê tu hilm û bîna Rîhaneke

di nav kavilên wêrande

Hewl didî ku serî rake

Dê tu bejna findeke

Ku ji nuhve tête vêxistin

Dê tu Agirdadbî

Di şopên buhara me de

Tu ne buyerî

Di hinavê dîroka me de tu SERHILDANÎ



Mizgîn Hesko

12.03.2005

(gemiyakurdan)
   

 
 

   
   

 

Back to top button