Cîhan

Helwesta Ereban li dijî Kadafî

Wezîrên derve yên welatên Ereban biryar dan, ku dê daxwaz ji encûmena asayîşa navdewletî bikin ji bofirandina balafiranli ser asimanên Libyayê qedexe bikin.

Li gora nûçeya Elşerq Elewsat wezîrên derveyên welatên Eraban kombûnek li peytexta Misrê pêkanîn û biryar dan, ku dê dije firînê ser asmana Lîbiya bisepînin û peywendîyên xwe li gel opizisîyona Lîbiya bikin.

Ji alîyekî din ve nûnerê opizisîyona Lîbya yê li kombesta welatên Ereban Ebdulmonem Elhewnî da nîşandan, ku encûmena opizisîyona Lîbya hemû biryarên wezîrên dervayên welatên Ereban dipejirîne, û ev biryara han bi wateya nemana rewayîya sîstema Muemmer Elqeddefî dihê.

Back to top button