13'ê Adar
13’ê Adar
Di sala 1991’an û di rojekî wekê îroyê de li bajarên Akrê, Zaxo û Berdareş ên Başûrê Kurdistanê ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
Di bihara sala 1991’an de li hemberî rejîma Îraqê ya di encama 1’emîn Şerê Kendavê de têkçîyî, kurdan bi armanca hildana azadiya xwe serî rakir. Yekemîn serhildana di 5’ê Adarê de li Ranyayê dest pê kir, di nav demek kin de li tevahiya bajarên kurdan belav bû.
Kurdên di bin zilm û zordariya Sedam de bi dehan salan hatine girtin, çewisandin, kuştin û komkujiyan re rû bi rû mayîn, di bihara 1991’an de piştî 1’emîn Şerê Kendavê li hemberî rejîma Sedam serî hildan. Ligel serhildana kurdan a di demek kin de li tevahiya bajarên kurdan belav bû, ji başûrê Iraqê ve jî şiiyan serî hilda û doz mafên xwe kir. Artêşa Sedam Huseyî ku ji ber Şerê Kendavê zeîf ketibû ne karî xwe li ber serhildana kurdan bigire û di nav demek kin de, ji Herêma Kurdistanê vekişiya.
Piştî belavbûna serhildanê û vekişiyana rejîma Baasê ya ji Herêma Kurdistanê, gelê kurd xwe ji bo fînalê jî amade dikir. Di demek ku tu pergal tuneyîn de jî gel rêbazên azadiyê diafirandin û bi xwe serweriya xwe dikir. Ciwan, pîr û kalên digihiştin hev, serhildan organîze dikirin û ber bi azadiyê ve dimeşiyan. Ji van deveran yek jî Bajaroka Helepçeyê bû. Bajaroka herî zêde ji zilm û zordariya Sedama êş kişandî, di rojek wiha û derfên ev qas guncaw de bêdeng nedime. Ji ber vê yekê di 11’ê Adarê de roj cuda li Helepçeyê hildihat. Hildana rojê bi xwe re serhildana gelê kurd ji dianî. Gelê Helepçeyê ku di encama enfal û çekên kîmyewî de bi hezaran mensûbên xwe dabûn serî rakirin û di nav demek kin de navçeya ji zilma Baasê êşên mezin kişandî, gihişt azadiya xwe.
Piştî vê serhildana vê navçeya pîrozewer navçeyên Harîr, Basirme, Çoman, Hacîomeran, Rewandûz, Mêrgesor, Diyane, Xelîfan û Kifirî jî tevlî serhildanê bûn. Bi hêz û coşa van navçeyan, berxwedan û fedakariya gelê van navçeyan, li Hewlêrê jî serhildanê dest pê kir û dema roja 12’ê êvarê ava bû Akirê, Xaneqîn, Bawenûr, Mexmûr û Dîbege jî artêşa Baasê ji axa kurdan avêtibûn. Her wiha di rojên din de jî bajarên wekî Zaxo, Duhok, Amêdî, Swaretûk serî hildan û tenê Bajarê Kerkûkê ma
Bajarê Kerkûkê ku ji bo gelê kurd tê wetayek mezin hêj di bin destê rejîma Baasê de bû. Kerkûka bûyî bazara herî girîng a di navbera hêzên kurd û rejîma Baasê de diviya bihata standin. Ji ber vê yekê ji bajarên Koyê, Silêmanî û Hewlêrê gel ber bi Kerkûkê ve derkete rê. Di encama pevçûnek pir dijwar de di 20’ê adarê de Kerkûk bi tevahî ji hêzên Baasê hate paqijkirin. Di siba 21’ê Adarê Roja Newrozê de Kerkûk gihiştibû miraza xwe û agirê Newrozê bi azadî li bajar bilind bû. Serhildana li bajarê Ranyayê dest pê kir roj bi roj berfirehtir bû û di nav 3 heftiyan de bi hildana bajarê Kerkûkê ya di şeva Newrozê de gihîşt qonaxeke nû û girîng.