Endamê parlementoya Iraqê yê ser bi Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanî ve Şiwan Muhemed Teha ragihand, ku Gorran dixwezt bi rêya beyannameyekî bide xuyakirin ku, rewşa herêma Kurdistanê ne asayî ye.
Endamê Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanî Şiwan Muhemed Teha di vê derbarê e de bêjedaneka taybetî da PNA û ragihand, ku endamên Goran bi hemû awayekê pîkolan dikin, da ku bingeha hukûmeta herêmê û rewşa herêma Kurdistanê bi awayekê şaş nîşanî xelkê û alîyên din bidin.
Şiwan Muhemed Teha got: Goran di beyannmaya xwe de ya ku li parlementoya Iraqê vexwendin, her wek erebên şovenîst behsa hêzên pêşmerge kirin, ku pêşmerge jî hêzên parastina herêmê ne û nabe destwerdanê di nav karên din de bikin.
Şiwan Muhemed Teha got, ku wan behsa Kerkûkê nekir, belê erebên şovenîst di nav parlementoya Iraqê de bi vê daxuyaniya Goran gelek gelek dilxweş bûn.
Şivan berdewambuna ragihandina xwe de got: Weha tê xuyakirin, ku alîyê Goran di nav parlementoyê de hinek hevpeyman ji xwe re peydakirine û hevpeymanên wan jî ew in, ku berdewam dijatîya bi cihanîna maddeya 140-ê ya destûra Iraqê û daxwazên xelkê Kurdistanê dikin.
Şiwan Muhemed di derbarê helwesta parlementerên Fraksiyona Kurdistanê yên li hember vê beyanameya Goran de jî got, ku helwestê hilwestê fraksiyona Kurdistanê rohn û zelal e û wan ragihandiye, ku li herêmê tenahî û asayiş berdest. Eger xelk daxwazek jî hebe, wek serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî gotî, ku eger xwepêşanderan daxwazên rewa hebin, ew wan daxwazan qebûl dikin, belê eger hinek alî bixwazin, ku daxwazên xelkê ber bi alîyekî din ve bibin û daxwazên xelkê nerewa bikin, wê demê ew ajendayên welatên din bi cih tînin û ew qebûl nakin.
Herweha wek tê zanîn endamên bizava Goran doh di kombûna parlementoya Iraqê de careka din bi piştevanîya serokê parlementoyê Usama Nuceyfî beyanameyek li dijî herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge vexwendin û hêzên pêşmerge bi neqanûnî dan naskirin.
Nerina min ewe ku partiya goran bi eshkere li dji berjewende netew xwane. di vi warida dive yek birame. Dibe kurd chi ji bona ve sazumane bikin ku bibe dersek ji bona ve numuneya chewt li cihane. ji ber ku heta ew hene u dipeyvin jehir ji deve wan derdikeve. Ma ti pivan nine yek ji bona wan bikarbine. Dibe ku li cihane numuneye wisa hebune u jera re hatine ditin!
Tikaye biraderani heja dema hun tishteke dinivisin henek objektiv bin. Mirov ku nivise we dixwine hema hemi bo berjewendiya partiya ne. Birasti ev kare ku Goran dike ne di berjewendiya gishti de ye. Le ev kare hun ji dikin ne hind ereni ne.