Rewşa darayî dikare birûxe?
Li Tirkiye roj bi roj nirxê Dolarê Amerikî bilind dibe. Herî dawî nêrxê Dolar gihat nêzikî 6 lireyê Tirkî. Hukumet li ser vê yekê civîn li ser civîna dike . Herî dawî hinek biryar hatin girtin.Berdevkê hukumetê Bekir Bozdag di vê derbarê de daxûyaniyek da û got: Bi leyiztina nêrxê dolar zererê dide xelkê û pereyên dikeve di berika xelkê de kêm dibe. Hinek alî hewldidin ku bi vê yekê encamên hilbijartina biguherin. Lê milet rastiyê dibîne û rê nade ev leyiztik here serî.Wezîrê Darayî Nihat Zeybekcî jê dibêje ku li Tirkiye bazara azad heye. Lê em xwedî wê îradeya darayine ku dikarin rewşê kontrol bikin.Di derbarê bilindbûna nirxê Dolarê Amerikê de metirsiyek mezin peyda bûye û gelek aliyên siyasî vê yekê di ware aboride wek îflasa Tirkiye û rûxandina rewşa darayî dibînin.