Polîtîk

Iraq mercên Kurda bi cih neynê…

Iraqa federal li pêşiya îmtîhan û têsteke mezin e, ku hikûmeta nû ya Iraqê dê wek hikûmetên şikestî yên berê be, yan dê prensîpên federaliyê biparêze. Kurd dê derfeta dawî bidin Iraq û Bexdayê ku vê carê hikûmetek bê avakirin mafê Kurdistanê tê parastî bin. Çavdêrên siyasî dibêjin, Kurd 3 mercên wan hene ku ew jî karê hevbeş, şirkatî û hevsengî ye, eger ev merc pêk neyên dê Iraq bi yekcarî têk biçe û Kurdistan dê rêyeke din hilbijêre.1- Karê hevbeş yan tifaqDerbarê mercê yekem ê Kurd li Iraqê, ku tifaq û karê hevbeş e, çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê Dr. Rêbwar Babkeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tifaq li Iraqê pirensîpeke siyasî ye, ne madeyeke destûrî û yasayî ye, ku di destûrê Iraqê de behsa tifaqê nehatiye kirin ku pêwîst e deselat bi tifaqê di navbera pêkhateyan de bê parvekirin. Lê sala 2005 û piştî ku Serok Mesûd Barzanî û rêveberiya Kurdistanê pêdagirî kirin li ser giringiya tifaqê, ew yek bû pirensîpeke siyasî ji bo ku hersê pêkhateyên sereke yên Iraqê ku Şîye û Sune û Kurd in, bi tifaq deselatê bigrin destê xwe. Li Iraqê eger bi bingeha piranî û hejmara herî zêde be, dê deselat bi tenê hertim di destê Şîeyan be û ne Kurd û ne Sune yê ti kursî wernegrin. Eger tifaq li ser dabeşkirina deselatê tune be, Kurd dê nikaribin ligel Iraqê bijî.2- HevsengîBi dirêjahiya salên borî li Iraqê pirsgiriyêka hevsengiyê hebûye, ku her cara ku Iraqê bihêz bûye hevsengî di navbera xwe û Herêma Kurdistanê de nehiştiye. Lê dema ku lawaz bûye berê xwe daye hevsengiyê ligel Kurdan. Bexda hevsengiyê di berjewendiya xwe de bikar tîne, lê vê carê hevsengî di navbera herdû aliyan de mercê Kurdistanê ye ji bo ku berdewam be ligel Iraqê.Derbarê vê yekê de, çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê Macid Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Hevsengî ji welatekî mîna Iraqê re pir girîng e, ji ber ku gelek netewe û ol û mezheb tê de dijîn. Herwiha welatekî federal û demokrat e. Eger hevsengî di navbera pêkhateyan de nemîne dê bandoreke xerab çêbike. Li Iraqê niha tiştek bi navê hevsengiyê nemaye û bi hêza çekdarî kar ligel Kurdistanê tê kirin, wek çawa me dît di 16ê Cotmeha par de êrîşî navçeyên madeya 140 kirin. Bi wateya ku hêz di destê Bexdayê de ye, hevsengî jî di berjewendiya wê de ye. Lewma jî eger hevsengî li Iraqê çênebe dê qet pirsgirêk û nakokî çareser nebin.”3- ŞirkatîŞerê çendîn sal ê Kurdan ligel rêjîmên Iraqê, ji bo bidestveanîna mafên Kurdan û ji bo şirkatiyê bû li Iraqê di hemû waran de. Lê heta niha deselatên Iraqê çavê wan bar nabe ku Kurdan wek şirîk ji xwe bibînin û bi nêrîna wan Iraq welatekî erebî ye û tenê mafê wan tê de heye, pêkhateyên din jî ti mafên wan tune ne.Pispor di warê dîroka Iraqê de, Xelat Mûsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Di destûrê Iraqê de di dema Ebdulkerîm Qasim de, bo cara yekem li Iraqê îtîraf bi wê yekê hat kirin ku Kurd û Ereb 2 neteweyên sereke ne li Iraqê, lê wê demê jî di madeyekê de di destûr de hatibû nivîsandin ku Iraq beşek e ji neteweya erebî û axa Iraqê beşek e ji erebistanê. Wê demê Şoreşa Îlonê ya mezin bi rêberatiya Barzaniyê nemir ev yek qebûl nedikir.”PDK di bernameya xwe de ya ji bo Parlamentoya Iraqê tekezî li ser şirkatiyeke rast û dirûst li Iraqê kiriye, ku mafê Kurdan wek şirîk di Iraqê de hebe.Xelat Mûsa wiha dibêje: “Mebesta PDK ji şirkatiya rast û dirûst ew e ku nabe Iraq bêje em û Herêma Kurdistanê şirîkê hev in, lê Kerkûk û navçeyên Kurdistanî pêwîst e bi tenê di bin destê Bexdayê de bin û nabe Kurdistan nêzîkî wan bibe. Bi wateya ku PDK dixwaze şirkatiyek hebe ku mafê Bexdayê çiqasî hebe, ew qasî mafê Herêma Kurdistanê jî hebe.” 

Back to top button