Civak

Rewresma xatirxwestinê

Îro demjimêr 12.00 li Stockholmê ravenda kurd  xatir ji rehmetî Paşa Elaltunbay endamê Komita Rêvebir ya Partiya Demikrata Kurdistana Bakur xwestin.

Li nexweşxana Sodersjukhus li Stockholmê bi edan kurd kom bûn û ji bo rêkirina cenazeyê Paşa rewresmek darxistin.

Di rewrismê de gelek kesayetên kurd , siyasetmedar, rewşenbîr , malbata Paşa û hevalên wî yên PDK-Bakur amade bûn.

Di rewrismê de heval û hembajariyê Paşa Dara Bingolî li ser navê malbata Elaltunbey axavtinek kir behsa keseyata Paşa kir û herweha spasiya beşdarên rewrismê kir.

Li sernavê PDK-Bakur Şefik Kaya axavtinek pêşkêşkir û behsa xebata siyasî ya Paşa di nav refên partiyê de kir.

Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermin Bozaslan jî axavtinek kir û behsa kesayet û karê Paşa li gel Federasyonê kir.

Piştî rewrismê cenazê Paşa Elaltunbay birin balafirxaneya Arlanda , da ku ji bo Diyarbekir û ji wê derê jî ji bo bajarê rehmetî Bingolê bê guhêzin.

Herweha li balefirxaneya Arlanda jî heval û hogirên Paşa amadebûn û ew berbi Kurdistanêve rêkirin.

Li gora aghdariyên hevalên Paşa dayîn ew roja 14.12.2012 ji Diyarbekirê berbi Bingolê ve tê guheztin û li Bingolê tê veşartin.

 

Back to top button