Ya li Serêkaniye biserdikeve çanda berxwedanê ye
Li Rojavaye Kurdistanê tenê şepola berxwedanê ya ku tekoşina rizgariya gelê kurdistan çandî li berxwe dide. Tê gotin mirov çi biçînê de wê biçêne. Bi dehan sal di xaka Rojavayê Kurdistanê de çanda berxwedan, hezkirna xakê, girêdana bi xakê ve, cangorî û qurbanî bo welat û netew hate çandin. Gelek mirov famnakin çi bû li Serêkaniye.
Nizanin çawe ew berxwedan û serkeftin bûn. Her kes dihizire ku heme berxwedan û sekeftin bi hebûna çend çekan dibe. Lê rastî ne wisa ye. Ya serkeftinê çêdike hêza berxwedanê û hezkirina welat e. Ev yek ji di nav şevk û rojekî de naye afirandin.
Ew ciwanên ku bi hezkirin, cangorî, zanistî, wêrekî û mêrxasî şer kirin, şerdikin û serketin nifşê tovê çanda berxwedanê ya ku ser vê xakê hatî çandin in. Ew bira, xuşk û lawên qehremanên tekoşîna rizgariya gelê Kurdistan in.
Bi salan wan kesan stran û sirudên berxewdan û tekoşînê guhdrakirine, di perwerda welatperweriyê û cangoriya bo welat û xakê re derbas bûne. Ew nifşê ku mîna dara çamê bi xwîna şehîdan hate avdan mezin bû e. Ev ciwanên liberxwe didin û bergiriya bajar, xak, mal û canên gele xwe dikin duhî li Şexmeqsud û Eşrefiyê û îro li Serêkaniyê û sibe li herdeverên Rojavayê Kurdistanê encama ezmûne û tekoşîna dehên salan şere li hember dagirkeran e.
Hêza bibîr û bawerî, jidil û can û bi hêzek moral û zanistî ya mezin şer dike, dikare serkeftinê bîne û gelê xwe biparêze. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê cara yekmîne ku bêgav dimîne xwe biçekan li dijî êrîşên ku hebûna wî armanc dikin xwe biparêze.
Cara yekmîne gelê me şer dike li hember kes, komên çetan û hêzên êrîşî hebûn, bajar û mirovên wî dikin. Lewra gelê me li Rojavayê Kurdistanê pewîstiya xwe bi serkeftinekî hebû. Jibo ku baweriya xwe bi xwe, bi hêza xwe, bi rêberiya xwe û bi pêşeroja xwe bîne.
Berxwedan û serkeftina ku ciwanên kurd li Serêkaniye kirin bû destpêka pêngavek nû di dîroka tekoşîna gelê me li Rojavayê Kurdistanê. Rûpelêk nû vebû û dewrank cuda destpêkir. Çerxa feleka gelê me li vî parçî ber bi serkeftinê ve zîvirî.
Planên hatine amadekirin jibo valekirina herêmên kurdan, koçkirina wan ji xaka wan û ew bêparhiştin ji sud wergirtina hilweşîna desthilat Bassa faşist ku bi destê dewleta Tirk û hevbendên wê yên arabên şuven bi tekoşîna Yekîneyên Parastina Gele têkçûn.
Ev ne destêwerdana dawiye û ne jî şerê dawiyê ye. Ev dê ne berxwdan û serkeftina dawiyê be. Rojên berxwedanê yên mezintir û êrîşên mezintir wê bibin. Ya gîrîng ewe ku mirov vê çandê belav bike û wêrekiya tekoşînê di nav refên gel de biçîne. Ev giyan û hêz dê liberxwe bide û sekeftinê çêbike. Li gor dîtina min tekoşîna rizgariya gelê Kurdistan di vî warî de serkeftiye û rola xwe ya dîrokî bicih aniye. Îro ya ku em dibînin ku serî radike, liberxwe dide û serdikeve ew giyane.
Nezîr Silo