Kultur
Rêwresma Komsay li Hewraman nayê sazkirin
Qaymaqamê Sewlawa ragihand bi mebesta rûbirûbûna Korona îsal rêwresma Komsay li Hewramana Text nayê sazkirin.
Rêwresma Komsay hemû salek 45 rojên piştî Newrozê û nava biharê li bajaroka Hewramana Text ya li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê birêvediçê.
Komsay rêwresmekî olî ya kevine û têda berx û beran dikin qurbanî, def lêdidin, xwarineke taybetî çêdikin û li ser xelk da dabeş dikin, şî’ir dixwînin û dua dikin.