Emê Kurdistanê bikîn berhemhêner û henardekarê sebze, şîr û gul

Willem Cosijn Konsolê Giştî yê Holanda li Kurdistanê ku eve du salê erkê xwe yê li Kurdistanê wergirtiye li hevpeyvînek da taybet de ragihand ku reşnivîsa planek bi navê (Plan Holand) ji bo reform û çaksaziya li warê emnî da li Herêma Kurdistanê amade kiriye, her dema vegeriya Hewlêrê li gel berpirsên Herêma Kurdistanê axaftina li ser planê dikin.

Hûn wekî Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêr, projeyên we çine? hûn zêdetir girîngiya çi didin?

Willem Cosijn: Min berî dû salan li Herêma Kurdistanê min dest bi kar kir. Herêma Kurdistanê ji bo me cîheke gelek xweşike. Gelek derfet û hel hene ku xelkê Kurd û Holanda pêkve kar bikin. Dema berî dû salan li Hewlêrê min dest bi kar kir, min bîr û ramana wê yekê kir ku li çi warek da em dikarin cûdahiyek çêbikin. Niha ez bawerim ku birastî em dikarin li kerta çandin û xorek da cûdahiyek şêbikin. Eger temaşa dewrubera xwe bikin li Herêma Kurdistanê axekî berfireh û rast heye. Cotkar jî gelek lê hene, xelkekî zêde mijulî çandinê ne. Eve ew tişte ku me li Holanda pencih yan şêşt sal berê kir. Pêwîste hûn jî heman tiştî bikin. Gelek tiştên din jî hene ku divê bêne kirin, ji bilî girîndana çandin û xorekê. Herêma Kurdistanê dikarê bibê navenda berhemanîna sebze û meywe li wê navçeya cîhanê da û ji bo hemû welatên navçeyê jî bişîne. Me heman tiştî kir, hevkariya we jî dikîn bo ku heman karî bikin, bêguman bi palpiştiya we.

Heta niha we hîç projeyeke hevbeş li gel Hikumeta Kurdistanê encam daye?

Willem Cosijn: Me çend projeyeke çandinê hene niha li Hewlêrê kar li ser dirustkirina xaniyên plastîkî dikîn li gel Sîna Group. Sîna Group li Hewlêre. Ew kompanya hemhengiyeke nêzîk li gel kompanyayên Holanda dike. Mijulî projeyeke mezinê çandinê ne li Hewlêrê, projeya çandinê û rahênana xelkê dest pêdikîn. Karkirina li kerta çandinê tenê beşekî biçûkî karê meye. ji ber ku çendîn projeyên din jî me heye. Lê belê çandin gelek ezîze li cem min, ji bo wê yekê behs dikim û ez bawerim em dikarîn cûdahiyek çêbikîn.

Ewê em dizanin Holanda nêzîkî % 47 ê gul û berhemên sebze û meyweya li bazarên cîhanê dabîn dike, gelo raste?

Willem Cosijn: Dizanî çi welatek mezintirîn henardekarê sebze û meyweye? Holanda hejmara du ye, Amerîka yekeme. Em niha hemû cûreyên sebze û meywe henarde dikîn. Helbet li ber çav girtina parastina xweza û jîngehê. Henardekarê yekemê sebze û meywe li cîhanê da Amerîkaye. Lê belê Holanda li pileya duyem daye. Lê belê eger qebareya welatê me beramber bikî, dibînî Holanda welatekî biçûke. Em dixwazin heman tiştê ji bo we (Kurdistanê) jî bikin. Em hevpeymaniyek dirust dikîn, hevpeymaniya Kurdî û Holandî, emê we bikin berhemhêner û henardekarê mezinê sebzeyê taze û şîrê taza û gul jî. Em dikarîn pêkve hemû tiştek bikîn, ji ber ku Kurdistan li pêgehekî gelek baş daye ji bo wê yekê ku bikarê bibê henardekarekî mezinê meywe û sebze. Eve tenê li warê xorek da, nexwe karê zêdetir jî dikîn.

Gelo hûn handan û teşwîqa xelkê didin ku biçin Holanda? welatê we bibînin, li dîrok û çanda Holanda nêzîktir nas bikin? û Konsolxaneya Holanda li Hewlêr heye ji bo xelkê Herêma Kurdistanê çi xizmetek dike?

Willem Cosijn: Karên me li Konsolxaneyê sînordarin, lê belê çavê me li wê ye karên xwe berfirehtir bikîn. Niha em gelek tekezî li ser dabînkirina vîzeyê bazirganiyê dikîn. Eger kesek bixwaze bi mebesta bazirganiyê serdana Holanda bike, bi xweşhaliyê ve vîze ji bo wan dabîn dikîn. Bi piştrastiyê ve eve biryara Wezaretekî dinê Hikumeta Holandaye, lê belê em pencereyekîn bi rûyê Wezaretê da. Dikarin serdana me bikin û behsa çawayiya wergirtina vîze bikîn. Belê vîze li Hewlêrê didîn.

Gelo hûn kursî û derfetên xwendinê ji bo xwendekarên zanîngehê yan kursên xwendinê li zanîngehên Holanda ji bo xwendekarên Kurdistanê didin?

Willem Cosijn: Çend saleke kursiyên xwendinê dabîn dikîn. Hejmarek xwendekarên Kurd têne Holanda û li Zanîngehên Holandî dixwînin. Eve tiştekî başe, lê belê çendîn tiştên din hene ku dikarîn pêkve bîkîn. Wekî ku min behs kir kar dikîn ji bo avakirina kompanyayeke mezina çandinê û berhemhênana sebze û meywe û xorek. Ewê ku pêwîste ji bo çêkirina wê kompanyayê kesên jêhatî, bi ezmûn û pîsporin. Ewê niha em dixwazin bikîn ji bilî avakirina wan xaniyên plastîkî û çandina patata, em dixwazin cotkarên Kurd fêr bikîn. Em dixwazîn ji nêzîk ve li gel wan li peywendiyê da bîn. Wan fêr bikîn ji bo ku li Kurdistanê kar bikin û xoreka xwe berhem bînin û henarde jî bikin.

Berî virusa Korona çend kompanyayên Holandî li Kurdistanê kar dikirin û li çi kertekê de bûn?

Willem Cosijn: Kompanya Philips û kompanya Heniken ku bîra berhemtîne li gel Kurdistanê kar dikin. Kompanyayên Holandî zêdetir li rêya nûnerayetiyê ve kar dikin. Wate çend kompanyayekî Kurdî hene ku nûnerayetiya kompanyayên Holandiyan dikin. Yek ji waran jî ciwankariye. Yek ji kompanyayan pêdiviyên ciwankarî yên ji bo pirç dabîn dike. Wekî dibînî ez keçelim û pirça min nîne. Li Kurdistanê pîşesaziya ciwankariyê bazara xwe zêde heye. Ji bo wê yekê komek kompanyayên Holandî li warê Fashin û ciwankariyê li Kurdistanê kar dikin. Ewe yek ji mînakane. Kompanya neft û gaza Shel û kompanyayên Bus Galas, Philips û Hortî Ekses. Hortî Ekses ew kompanyaye ku xaniyên plastîkî li Kurdistanê çêdike. Her wiha kompanya hevbeşa Kurdî Holandî heye bi navê KH ya ji bo berhemanîna patate ye. Li rastiyê da berî çend salek dest bi berhemanîna patate kirin. Niha mezintirîn henardekarê patatane li Dihokê. Patata ji bo hemû beşên Iraqê dabîn dikin. Ewe kompanyayekî pêşeng û serkeftiye.

Holanda rolekî baş hebû li nav hêzên Hevpeymanên dijî Da’îş û her wiha hevkariya Pêşmerge jî kiriye, gelo niha beşdariya we her berdewame?

Willem Cosijn: Li çend salên derbasbûyî de piştevaniya asmanî ji bo Pêşmergeyan dabînkiribû. Niha jî zêde tekez li ser rahênana Pêşmerge dikîn. Hejmarek rahênerên me yên serbazî li Hewlêrê ne û li gel Pêşmerge kar dikin. Wan fêr dikin bo bi şiyantir û rêkxistîtir bibin. Ewe ew tişte ku em dikîn. Diyare ku niha karên me rawestane ji ber belavbûna virusa Korona. Ji ber ku em naxwazin ne we tûş bikîn û ne em bi xwe tûşî wê bibîn. Ji bo wê yekê ew rahênerên serbazî jî siyaseta mayina li mal ve peyrew dikin, lê belê li Kurdistanin û bi niyetin jî bimînin. Dû sê sal carek bi erkên xwe da diçîn, lê belê li wir dimînîn, ji ber ku heta niha me karên baş kirine. Eve beşeke, beşê din li ser asta siyasiye, me plana Holanda dariştiye ji bo çaksaziya warê emnî da. Em dizanîn ku hejmara Pêşmergeyan zêdeye, rêkxistin û rahênana wan xerciyeke zêde dixwaze. Ji bo wê yekê me planek amadekir bo ku Hêzên Pêşmerge bi şiyantir bikîn ku xelkê biparêzin bi cûreyek wê karê bikin ku xerciyeke zêde têneçê. Reşnivîsa planê me dariştiye nikarim behsa naveroka wê bikin, ji ber ku baştire destpêkê de li gel serkirdeyên siyasî bê behs kirin. Navê Planê Holanda, planekî gelek başe. Her ku vegerim Kurdistanê li gel serkirdeyên wan behs dikim.

Nerîna min :