NY li ser pirsa Hewlêr û Bexda hate deng

Jeanine Plasschaert Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê li ser rêkeftina dawî û fermî ya li navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser budçeya Herêma Kurdistanê kiriye rapor û pêşkêşî Navenda Neteweyên Yekgirtî kiriye.

Li daxuyaniyek de Dîndar Zêbarî Rêkxerê Raspardeyên Navdewletiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê eşkere kir Plasschart li rapora xwe ya demsalî ya ji bo Neteweyên Yekgirtî de, piştgîriya xwe ji bo rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexda ya li ser pirsa budçeyê derbiriye.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Jeanine Plasschaert Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê dûpat kiriye ku pêwîste rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexda bi cûreyek bê ku bi awayeke fermî û li jêr çavdêriya Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayîşa Navdewletî da bê.

Her li vî derbarî de Rêbwar Babkeyî Parlementerê Kurd li Encûmena Nûnerên Iraqê dûpatîkir ku divê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê bi erk û rola xwe rabe û rê nede berpirsên Bexda êdî muçe û debara xelkê têkilî lîstokên siyasî bikin.

Nerîna min :