Rêveberiya Xwerser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê ) du rojên meha Nîsanê wek bêhnvedana fermî ragihand ku yek ji wan roja serxwebûna! Sûriyê ji Franayê ye.
Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da xûyakirin ku, rojên 17/04/2022 û 24/04/2022 li hemû fermangeh û saziyên rêveberiyê bêhnvedana fermî ye.
Li gorî daxuyaniya Rêvebeirya Xweser ew herdu rojên bêhnvedanê bi minasebeta derketna Fransa ji Sûriyê û cejna serxwebûnê ku li Sûriyê wek Cejna Celaa (17ê Nîsana 1946) tê naskirin û Cejna Qiyametê ya Kirîstyanan e.
Di çarçoveya biryarê de li hemû fermangeh û saziyên rêveberiyê bêhnvedan e û tenê saziyên ku pêwîste kar bikin, dê karê xwe berdewam bikin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xwerser de dibêje: Li gorî qanûna betlaneyên fermî û li gorî berjewendiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da, hemû saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojên 17.04.2022 û 24.04.2022`yan bi boneya cejna Suryaniyan û serxwebûna Sûriyê ji Fransayê, dikin betlane. Derveyî sazî û daîreyên ku tê xwestin li ser karên xwe bin.”
Ev biryara Rêveberiya Xweser bi xwe delilek herî berbiçave ku, çewe siyaseta girêdayî PKKê li rojavayê Kurdistanê li avakirina hîmên dewleta Suriye xwedî derdikeve. Herweha gelek vekirî PKK bi vê siyasete berjewendiyên rejima Suriye li rojavayê Kurdistanê diparêz e.