
Şanda Iraqî ya ku bi serokatiya wezîrê derve yê Iraqê serdana Îranê kiribû, ragehand, ti belgeyek di destê Îranê de nebû ku nîşan bide baregeha MOSSADa Îsraîl li Hewlêrê heye.
Roja 13 vê mehê, şandeka Iraqî bi serokatiya wezîrê derve yê wî welatî Fuad Husên serdana Îranê kir û bi serkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û wezîrê derve yê wî welatî Emîr Ebdullahiyan re hevdîtin kiribû.
Çavkaniyekî li nav wê şandê ji BasNewsê re got, armanca serekî ya serdana wê şanda Iraqî bo Îranê bo wê bû da ku bizane gelo ti belgeyek di destê Îranê de heye ku nîşan bide li Hewlêrê baregeha MOSSADê heye.
Wî jêderî her wiha got, şanda Iraqî ji Îraniyan re got û rica ji wan kirin ku eger her belgeyek di destê wan de hebe ku nîşan bide MOSSAD li Hewlêrê heye, bila bidin wan da ku ew dûvçûnê bikin. Lê berpirrsên Îranî ti belgeyek di destê wan de nebû loma ti belgeyek nedan şanda Iraqî. Êrişa mûşekî ya li dijî Hewlêrê jî tenê destdirêjî bû li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê û zilm bû li xelkê Herêma Kurdistanê.
Şeva 13 Adara îsal, Îranê çend deverên bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê da ber mûşekan, bi behaneya ku baregehên MOSSADa Îsraîl li wir hene.
Lê ev propaganda Îranê yekser ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hat redkirin û hat gotin ku ti baregeheka MOSSADê li Hewlêrê nîne û ew cihên ku hatine mûşekbarankirin jî cihên sivîl in.
Hikûmeta Kurdistanê wê çaxê bang li hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî û Îranê kir serdana cihên mûşekan bikin û ji nêzîk de bibînin ka ew cih sivîl in yan jî bi gotina wan îstixbaratî û serbazî ne.