Rêveberiya Xweser beyanama xwe de qet behsa mafê Kurda nake.!
Reveberiya Xweser li ser rewşa Surîye daxûyaniyek belav kir û di têde daxwazên rêz kirine. Gelek balkêşe ku di van daxwaziyan de behsa destxistina mafê rewa yên Kurda nake. Herweha di daxûyaniyê de navê kurda jî derbas nabe. Gelo armanca wan çîye? Heta duh dûvikê rejima Esad bûn û îro ew rejima rûxandî bi despoyê nav dike. Kurtahî hestiyê pişta wan a siyasî tuneye. Li gora bayî tê xwe diguherin û berjewendî û hêviyên miletekî ne di ber tiştekî de difroşin.
Herkesê Kurd û Kurdistanî difikirê bila baş bala xwe bide vê daxûyaniyê. Daxûyaniya xwe de ne navê Kurda ne jî daxwaziyên wan behs nakin. Ev yek jî balkêşe. Lê ji xwe wan tu cara di rêya destxistina mafên netewî û Kurdistanî de gavek neavêtine. Balkêşe ku ji berî herkesekî ALa opozisyona Sûrî bilin dikin.
Em vê daxûyaniyê ji bo bibe ibretek ji milletê Kurd re diweşînin.
Daxûyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê:
“Bi ketina rejîma Baas a despotîk re, Sûriye derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi armanca ku em bikarin bi serketî derbasî pêvajoya derbasbûnê bibin, divê em hevgirtî bin. Divê em ji bo xêzkirina nexşerêyeke hevbeş bibin yek û bi hev re kar bikin. Divê siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku Sûriye wêran kiriye, bi dawî bibe. Divê hemû hêzên siyasî di pêvajoya derbasbûnê de cihê xwe di avakirina Sûriyeya nû de bigirin. Li ser vê yekê em bang li hemû aliyên sûriyeyî dikin ku nêzîkatiyên xwe yên li beramberî hev, di ber çavan re derbas bikin û berjewendiyên nîştimanî yên hevpar di ser her tiştî re bigirin.
Li ser vê bingehê, em dibînin ku tevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya siyasî ya li Şamê de dê li gorî berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan be. Ev tevkarî dê bibe destek ku em bi serketî ji vê pêvajoya zehmet derkevin.
Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em berpirsyariyên xwe li hember gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê, dizanin. Ji bo bicihanîna erkên li hember gelê me, em ji bo avakirina Sûriyeya nû beyannameya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî pêşkêş dikin.
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rola erênî ya dewletên Ereban, dostên ku piştgiriyê didin tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê erênî dinirxînin. Divê ev piştevanî ji bo avakirina Sûriyeya nû dewam bike da ku mafên hemû pêkhateyan li gorî bingehên demokratîk mîsoger bike da ku zemîneke guncaw a destpêkirina diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ya giştî ku her kes tê de beşdar bibe, peyda bike.
Ji bo avêtina van gavan ku em wek çarenûsî di vê pêvajoyê de dibînin, em bang li tevahî hêzên Sûriyeyê dikin ku bi hev re li ser van xalan kar bikin:
– Parastina yekitî û serdestiya xaka Sûriyeyê û parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.
– Divê li seranserî xaka Sûriyeyê çalakiyên leşkerî werin rawestandin û diyaloga nîştimanî ya giştî ya avakirinê dest pê bike.
– Helwesta hezkirinê bigirin û ji xîtaba nefret û xiyanetê ya di navbera sûriyeyan de dûr bikevin. Sûriye bi hemû pêkhate û rengên xwe dewlemend e, divê ev pirrengî û dewlemendî li ser esasê demokrasiya adilane were parastin.
– Ji bo yekkirina nêrînan der barê pêvajoya derbasbûnê de divê civîneke awarte bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên sûriyeyî li Şamê were lidarxistin.
– Divê beşdariya jinan di pêvajoya siyasî çalak be.
– Serwet û çavkaniyên aborî milkê tevahî gelê Sûriyeyê ne, divê bi awayekî adilane li tevahî herêmên Sûriyeyê were belavkirin.
– Divê garantiya vegera niştecihên resen û koçberên ku bi darê zorê koçber bûne, were dayîn. Divê mîrasa wan a çandî were parastin û siyasetên guhertina demografiyê werin bidawîkirin.
– Li gel geşedanên li Sûriyeyê rû didin, em teqez dikin ku em ê şerê li dijî terorê bidomînin da ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst venegere. Ev yek jî dê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî be.
– Divê dagirkerî bi dawî bibe, biryara diyarkirina siberoja xwe di destê gelê Sûriyeyê de be. Divê rêbeza cîrantiya baş were pêkanîn.
– Em rola avakar a dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û tevahî hêzên navneteweyî yên çalak ên li Sûriyeyê pêşwazî dikin. Em bang li wan dikin ku roleke erênî û aktîf di pêşkêşkirina şêwiran, piştevaniya gelê Sûriyeyê, nêzîkirina nêrînên pêkhateyan de pêk bînin. Divê ev rol ji bo parastina ewlehî û rêgirtina li ber destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê de be.”